Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ew “êrişa terorîstî ya li parêzgeha Kerekê ya Urdinê” ku dêrek kiribû armanc bi tundî şermezar kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha hevxemiya xwe ya ji bo serkirdayetî û gelê Urdinê nîşan da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û tê de got:
"Em wê êrişa terorîstî ya ku li parêzgeha Kerekê ya Şahnişîna Haşimiyê ya Urdinê dêrek kiribû armanc û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl ên bêguneh bûn qurbanî û birîndar bûn, bi tundî şermezar dikin."
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de anî zimên:
"Em hevxemiya xwe bi serkirdayetî û gelê Şahnişîna Haşimiyê ya Urdinê re tînin zimên.
Em tekeziyê li ser redkirin û şermezarkirina terorê ya bi hemû awayên wê, bi taybetî jî armancgirtina perestgeh û welatiyên sivîl dikin."
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de hevxemiya xwe gihand malbatên qurbaniyan û da zanîn:
"Em sersaxiya xwe ya jidil pêşkêşî xizmên qurbaniyan dikin û şifaya bilez ji bo birîndaran dixwazin.
Em ji bo Urdin û gelê wê yê bira her tim aramiyê hêvî dikin."
Îro di êrişa çend çekdaran a li dêreke li parêzgeha Kerekê ya li başûrê Urdinê de 7 kes hatin kuştin û 34 kes jî birîndar bûn.



