Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump di daxuyaniyeke nû de gefên tund li Îranê xwarin û got ku kontrola tam a Amerîkayê li ser korîdora enerjiya herêmê heye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku şiyana wan heye ku bi lez dawî li desthilata Îranê bînin.
Donald Trump li Washington DCyê ragihand:
"Îran niha nikare gelek tiştan bike. Eger me bixwesta, me dikarî dest deynin ser hemû petrola wê.
Me dikarî hemû welêt kontrol bikin. Wekî ku hûn dizanin, Tengava Hurmizê bi temamî ya me ye."
Serokê Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de Îran wekî "welatekî têkçûyî" bi nav kir û pê de çû:
"Em dikarin gelekî bi lez dawî lê bînin. Îran welatekî têkçûyî ye.
Em çi qas petrolê bixwazin ew qas petrolê ji Hurmizê derdixin.
Me Tengava Hurmizê ji wan re girtiye lê girtin ne ji bo welatên din e.
Her kes petrolê derdixe derve. Di rastiyê de, hefteya borî ji her demê zêdetir me petrol derxist derve, heta ji dema beriya şer jî zêdetir."
Amarên hinardekirina petrolê
Li gorî amarên şirketa şopandina keştivaniyê ya Kplerê, navîniya hinardekirina gaz û petrola Rojhilata Navîn di navbera 11 û 18ê Çiriya Pêşîn de rojane gihîştiye zêdetirî 24 milyon bermîlan.
Ev ast ji asta beriya şer jî (rojane 23 milyon bermîl) zêdetir e.
Her wiha tenê hinardekirina petrolê ya bi rêya Tengava Hurmizê rojane gihîştiye nêzîkî 14 milyon bermîlan ku ev rêje dike ji sedî 82yê asta asayî ya beriya şer.
Tevî ku Artêşa Pasdaran a Îranê bi dronan, bi mûşekan û bi belemên biçûk hewl dide keştiyan rawestîne jî veguhastina petrola Kendavê berdewam dike.
Tenê di nava vê mehê de nêzîkî 30 êrişan hatine tomarkirin ku dike ji sedî 20ê hemû êrişên şer.
Li gel vê yekê jî petrol li bazaran biha maye.
Her bermîleke petrola xav a Brentê li derdora 115 dolaran tê kirîn û firotin çimkî bazirgan beriya hilbijartinên Amerîkayê ji ber îhtimala zêdebûna pevçûnan hîn jî dilgiran in.



