Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê da zanîn, dibe ku sibe yan jî dusibe dest bi êrişeke nû ya li dijî Îranê were kirin.
Lê wî her wiha destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo dan û standinan û gihîştina bi peymanekê re amade ye û deriyê wî vekirî ye.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê Tom Barrack di hevpeyvînekê de bersiva pirsa "Gelo dibe ku di dawiya vê hefteyê de careke din êrişî Îranê were kirin?" da û got, "Bê guman, belê dibe."
Tom Barrack bal kişand ser hewlên dîplomatîk ên Washingtonê jî û ragihand:
"Serok Trump gelekî zelal bûye. Serok amade ye û deriyê wî ji bo peymanê vekiriye."
Barrack behsa bandora êrişên asmanî yên Hezîrana 2025an ên li navendên nukleer ên Îranê û şerê îsal kir û anî zimên:
"Her kes li ser wê yekê hevdeng e ku metirsî û gefa rasterast a nukleer êdî nemaye."
Tom Barrack li ser helwesta Koşka Spî ya li hemberî desthilatdarên Îranê tekezî li ser cidiyeta Serokê Amerîkayê kir û got:
"Serok Trump gefên bêçalakiya pratîkî û vala naxwe."
Serokê Amerîkayê Donald Trump 9ê Çiriya Pêşîn di bersiva pirsa Berpirsê Ofîsa Washingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Diyar Kurde de ya li ser îhtimala êrişa li Îranê ya beriya hilbijartinên nîvdemî gotibû:
"Dibe ku em bikin. Mebesta min ew e, ka em binêrin çi dibe."
Serokê Amerîkayê her wiha gotibû:
"Bi nêrîna min berpirsên Îranê bi awayekî xerab têk diçin. Welatê wan bi awayekî xerab têk diçe.
Artêşa wan têk çûye. Hêzeke wan a deryayî nîne. Hêza wan a asmanî nîne."
Trump di bersiva xwe ya Rûdawê de dabû zanîn:
"Enflasyona Îranê ji sedî 300 e û ew di rewşeke gelekî xerab de ne."
Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kiribû û Îranê jî bi êrişên bi mûşekan û dronan ên li dijî Îsraîl û welatên cîran bersiv dabû.
Her du alî li ser çend mijaran li hev nakin ku di nav wan de bernameya nukleer, komên çekdar ên nêzîkî Îranê û rewşa Tengava Hurmizê hene.
Pêwendiya telefonî ya Trump û Netanyahu
Di pêwendiyeke telefonî de ku dîmenên wê yên vîdeoyê 19ê Çiriya Pêşîn hatin belavkirin, Donald Trump pêşbînî kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hilbijartinan de serkeftineke mezin bi dest bixe.
Li hemberî vê, Netanyahu diyar kir ku ew dê li gel Trump êrişên xwe bidomînin heta ku "karê xwe" yê li dijî Îranê temam dikin.
Netanyahu vîdeoya pêwendiya xwe ya bi Trump re belav kir ku tê de dengê telefonê li ser bilindgoyê ye û her du serkirde pesnê helwestên hev didin.
Trump di pêwendiyê de piştgiriya xwe ji bo hilbijartinên 27ê Çiriya Pêşîn nîşan da û ji Netanyahu re got:
"Bi rastî ez di wê baweriyê de me ku tu dê serkeftineke gelekî mezin bi dest bixî; Bîbî, tu ew kes î ku ez dixwazim li kêleka min bî."
Serokwezîrê Îsraîlê jî pesnê rola Trump a di êrişên berê de da û bal kişand ser îhtimala destpêkirina êrişeke hevbeş û got:
"Donald, karekî me heye ku divê em temam bikin.
Em dê bi hev re temam bikin, em dê temam bikin û kesekî din nikare vê yekê bike."
Netanyahu bi awayekî zelal negot mebesta wî kîjan operasyon e lê tekez kir ku Komara Îslamî ya Îranê wekî "metirsiya herî mezin" dimîne.
Amadehiya Amerîkayê ya ji bo şerekî demdirêj
Li aliyê din, Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Amerîka xwe ji bo nakokiyeke demdirêj a li gel Îranê amade dike, tevî ku îdareya Trump hêvî dike ku bombebaran û cezayên aborî Îranê neçarî tawîzên mezin bikin.
Nûnerê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz di hevpeyvînekê de li xwe mikur hat ku îhtimal heye Amerîka saleke din jî di vê asêbûna li gel Îranê de bimîne, bêyî ku ti peymanan li ser bernameya nukleer werin îmzekirin yan jî veguhestina deryayî ya li Tengava Hurmizê vegere asta beriya şer.
Waltz anî zimên:
"Ez nakevim nav texmînan. Mirov hêvî dike ku beriya wê bi awayekî watedar werin ser maseya dan û standinan lê Serok û Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dikarin vê dorpêça li ser benderên Îranê bidomînin."
Waltz her wiha destnîşan kir ku hikûmeta Amerîkayê dê kampanyaya zextên aborî tundtir bike.



