Hewlêr (Rûdaw) - Înîsiyatîva Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê destnîşan kir ku tevî di ser merasîma şewitandina çekan a PKKyê re salek derbas bûye jî ti sererastkirineke qanûnî nehatiye kirin.
Înîsiyatîvê got, “Divê qanûn bên derxistin û em êdî dixwazin aştiyê bibînin.”
Înîsiyatîva Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê ji ber salvegera merasîma şewitandina çekan a PKKyê ya 11ê Tîrmeha 2025an civîneke rojnamegeriyê li dar xist.
Civîn li avahiya wan a li navçeya Fatîhê ya Stenbolê hat kirin.
Di civînê de Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Stenbolê Sultan Bozkurt û Guler Bugdayê axivîn.
Paşerojeke demokratîk
Sultan Bozkurtê diyar kir ku merasîma şewitandina çekan ji bo wan xwedî wateyeke taybet e û got:
"Beriya salekê zarokên me çekên xwe şewitandin. Ew roj ji bo me zehmet bû lê di heman demê de tijî hêvî bû.
Em fikirîn ku dê ji niha û pê ve aştî bê û em dê bigihîjin zarokên xwe yên li zindan û çiyayan.
Tevî ku salek di ser re derbas bûye jî dewletê ti gavên şênber neavêtine.
Her roj tê gotin 'qanûn û gav' lê hîn jî dev ji vî zimanê qirêj ê şer nehatiye berdan.
Ji bo rêxistineke ku çekên xwe şewitandine û xwe fesix kiriye hîn jî dibêjin 'terorîst'. Em ji vê yekê gelekî aciz in.
Em bangî desthilatê û medyaya wê dikin ku dev ji vî zimanî berdin.
Ji bo sekinandina vî şerî divê Kurd û Tirk bibin yek. Em tenê bi vî awayî dikarin aştiyê pêk bînin.
Em dixwazin paşerojeke demokratîk ji zarokên xwe re bihêlin."
"Em dixwazin aştiyê bibînin"
Sultan Bozkurtê axaftina xwe wiha domand:
“Banga me ew e ku her kes têkoşînê bidomîne. Em tenê dikarin bi hev re vê aştiyê pêk bînin.
Sirri Sureyya Onder û Kadir Înanir aştî nedît. Gelekên din jî nedît.
Em êdî dixwazin aştiyê bibînin û dixwazin aştî li ser van xakan bibe mayînde.”
Guler Bugday jî wiha axivî:
"Dema ku gerîlayan di vê roja dîrokî de çekên xwe şewitandin em hem xemgîn bûn hem jî kêfxweş bûn.
Wê rojê hêviyên me yên ji bo aştiyê mezin bûn. Tevî ku salek derbas bûye jî ew gavên ku em li bendê bûn nehatin avêtin.
Dîsa jî em ji bo pêvajoya ji niha û pê ve ji aştiyê bi hêvî ne.
Divê qanûnên pêwîst bên derxistin, em dê ji bo vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.
Heke gelê Kurd hebe mafên wî jî hene. Em ji gelê Kurd, ji têkoşîna xwe û ji serokatiya xwe bawer dikin.”



