Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li ser bipêşketinên dawî yên pêvajoyê got, "Çek bi awayekî ku venegerin hatin şewitandin lê ev salek e têr nehat nirxandin."
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê li Navenda Giştî ya partiya xwe ya li Balgata Enqereyê civîneke rojnamegeriyê li dar xist.
Hatîmogullariyê diyar kir ku 11ê Tîrmehê "salvegera merasîma şewitandina çekan a PKKyê ye" û daxuyaniyên xwe yên îro jî di çarçoveya vê rojevê de dan.
Hatîmogullariyê da zanîn ku merasîma şewitandina çekan a ku 11ê Tîrmeha 2025an li Silêmaniyê hat kirin "xaleke werçerxanê ya dîrokî ye" û got:
"Wê rojê li Silêmaniyê em bi Dayîkên Aştiyê, jin, ciwan, nûnerên partiyên siyasî yên ji welatên cuda, rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên civaka sivîl û rojnamegerên ku ji gelek welatên cîhanê hatibûn re bûn şahidên vê kêliya dîrokî.
Em ji wir bi hêviyeke mezin û baweriyeke mezin vegeriyan. Agir hat vêxistin û çek avêtin nav agir.
Ew agir agirek bû ku mirin, şer û tundî radestî dîrokê kir, jiyan pîroz kir û banga aştiyê kir.
Tiştê ku me wê rojê dît vekirî û eşkere bû, serdemeke çekdarî cihê xwe ji serdema siyaseta demokratîk re dihişt."
"PKKyiyên ku çek şewitandin li bendê ne di derî re derbas bibin"
Hatîmogullariyê destnîşan kir ku piştî gavên PKKyê divê dewlet û saziyên siyasetê jî berpirsyariyê hilgirin ser xwe û pê de çû:
"Banga Birêz Abdullah Ocalan deriyek vekir. PKKyiyên ku çekên xwe şewitandin ev salek e li bendê ne ku di vî derî re derbas bibin.
Niha erk a Parlamentoyê, desthilatê, saziyên siyasî û dewletê ye. Erka me hemûyan ew e ku em jiyaneke hevpar ava bikin ku bingeha wê hiqûq û banê wê demokrasî be."
"Salek baş nehat nirxandin"
Hatîmogullariyê pêvajoya salekê ya piştî şewitandina çekan a ji aliyê PKKyê ve nirxand.
Wê diyar kir ku pêvajoya aştiyê bi verastkirinên hiqûqî û demokratîk nehatiye piştgirîkirin û ev tişt anîn zimên:
"Di ezmûnên şer û çareseriyê yên cîhanê de gaveke ku kêm tê dîtin hat avêtin.
Ev nîşaneke mezin a niyeta baş bû. Çek bi awayekî ku venegerin hatin şewitandin.
Lê ev yek sal baş nehat nirxandin. Îro em dikaribûn li xaleke gelekî baştir bûna.
Çarçoveyeke hiqûqî bihata amadekirin, şert û mercên xebatê yên azad li Îmraliyê bihatana avakirin, dawî li pratîka qeyûman bihata anîn, pêngavên wêrek li ser girtîgehan bihatana avêtin dibû ku girtiyên siyasî bihatana berdan.
Eger ev tişt bibûna, me dê ev salek bi awayekî serkeftîtir, bi hêvîtir û erênîtir derbas bikira. Tiştekî ji van lutfek nîne.
Eger bawerî bi aştiyê hebe gav tê avêtin, eger bawerî bi çareseriyê hebe hiqûq tê avakirin, eger bawerî bi siyaseta demokratîk hebe îradeya kesên hilbijartî tê naskirin."
Hatîmogullariyê da zanîn ku divê ew şert û merc bên amadekirin da ku Abdullah Ocalan karibe pêvajoyê bi rê ve bibe û pirsî:
"Şert e ku şert û mercên xebatê yên azad ên ku Birêz Ocalan karibe tê de bixebite, hevdîtinan bike, pêwendiyan deyne û pêvajoyê bi rê ve bibe, werin pêkanîn.
Eger serokê muzakereyan nikaribe bi azadî biaxive, desthilat û dewlet dikare çawa bifikire ku vê pêvajoyê bi pêş ve bibe?"
Hatîmogullariyê derbarê verastkirina qanûnî ya ku tê payîn meha Tîrmehê derkeve de jî bangek kir û wiha axivî:
"Qanûna çarçoveyê ya ku tê payîn vê mehê derkeve divê zêdetir neyê derengxistin û wekî ku li ser hatiye muzakerekirin derkeve.
Ne bi cudakariyên kategorîk an ferzkirinên poşmaniyê, divê qanûneke berfireh û li ser bingeha aştî û çareseriyê were amadekirin.
Divê hemû Tirkiye vê yekê bizanibe: Bingeha hemû gavên ku PKKyê avêtine, Birêz Abdullah Ocalan amade kiriye.
Eger sala borî îro çek hatibin şewitandin, ev yek bi saya perspektîva aştiya bi rûmet a Birêz Abdullah Ocalan pêk hatiye."
Banga li desthilatê
Hatîmogullariyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye bi derfeteke dîrokî re rûbirû ye û wiha pê de çû:
"Îro di serdemekê de ku çek bêdeng bûne û hatiye ragihandin ku ew dê êdî neaxivin, çareserkirina Pirsgirêka Kurdan bi rêbazên aştiyane û demokratîk, dê hemû civaka Tirkiyeyê rehet bike.
Ev pêvajo ne tenê pêvajoya gelê Kurd e, pêvajoyek e ku divê her kesê ku alîgirê demokrasî, aştî û mafên mirovan e lê xwedî derkeve.
Ji vir bangeke me jî ji bo desthilat û dewletê heye; em meha Tîrmehê bi awayê herî rast binirxînin.
Em bikin ku qanûna bingehîn a tê payîn, qanûna çarçoveyê di demeke herî kurt de bi awayekî ku bersiveke erênî bide bendewariyan derkeve.
Em van astengiyan ji holê rakin û di rêya xwe de bi awayekî baştir bi pêş ve biçin."



