Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê zilamekî hevjîna xwe ya berê û kurê xwe yê 18 salî kuştin û paşê xwe jî kuşt.
Li taxa Bogazkoyê ya navçeya Arnavutkoyê, Davut Gokkaya çû mala hevjîna xwe ya berê Turkan Gokkayayê.
Zilam piştî demekê bi çifteya pompeyî ya ku bi xwe re anîbû, gule li hevjîna xwe ya berê Turkan Gokkayayê û kurê xwe Emîn Gokkayayê (18) reşandin û paşê wî bi heman çekê xwe jî kuşt.
Piştî ku dengê çekan hat bihîstin, welatiyên li derdorê agahî da tîmên tenduristiyê.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Li gorî agahiyên ku ajansên ÎHA û DHAyê belav kirine, di encama lêkolînan de hat diyarkirin ku dayîk, kurê wê û zilamê êrişkar mirine.
Zarokek rizgar bû
Hat zanîn ku di dema bûyerê de zarokê bi navê A.G. xwe li malê veşartiye û bi vî awayî ji mirinê rizgar bûye.



