Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Şaxa Tawanên Darayî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê, di 2 operasyonên cuda yên sextekarî û spîkirina pereyan de 29 kes desteser kirin.
Tîmên Şaxa Tawanên Darayî ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê operasyonek li dar xist.
Operasyon li parêzgehên Stenbol, Edene, Bursa, Mêrsîn û Muglayê yên Tirkiyeyê û parêzgehên Mereş û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê hat kirin.
Di operasyona spîkirina pereyên qumarê û sextekariyê de 18 kes hatin desteserkirin.
Di operasyonê de hat tespîtkirin ku ew pereyên bi rêyên neyasayî hatine bidestxistin, bi rêya pergala pereyên krîptoyê tên spîkirin.
Operasyona duyem a sextekariyê
Tîmên Şaxa Tawanên Darayî bi serperiştiya Serdozgeriya Komarê ya Gazîosmanpaşayê operasyoneke din a sextekariyê kir.
Di vê operasyonê de jî li parêzgehên Stenbol, Edene, Antalya, Qeyserî û Hatayê yên Tirkiyeyê û parêzgehên Amed, Dîlok û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê 11 gumanbar hatin desteserkirin.
Ew 29 kesên ku hatin desteserkirin birin Birêvebiriyên Ewlehiyê yên wan parêzgehan.
Dê gumanbaran piştî wergirtina îfadeyan bibin dadgehê.



