Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Uskudarê ya Stenbolê, kesekî nenas êrişî goristaneke Ermenan a bi navê "Surp Garabet" kir û zerer gihand 6 goran.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ji bo girtina gumanbar an jî gumanbaran dest bi lêpirsînê kir.
Li gorî agahiyên Weqfa Dêra Surp Garabetê, bûyer şeva 7 li ser 8ê Tîrmehê qewimiye û kesek di ser dîwêr re derbasî hundir bûye.
Serokê Weqfa Dêra Surp Garabetê ya li Uskudarê Rafi Kirkorian li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "Neqşên xaçan ên li ser kêlên 6 goran hatine şikandin."
Patrîkxaneya Ermenan a Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ev êriş şermezar kir û ragihand:
"Kesekî zerer gihandiye 6 goran. Ev êrişa qirêj yekser ji aliyê desteya birêvebir a weqfa dêrê ve ji hêzên ewlehiyê re hat ragihandin ku êrişkar were girtin û were darizandin."
Li gorî agahiyên Polîsê Stenbolê, heta niha ew kes an jî kesên ku ev kar kiriye nehatine girtin.
Goristana Surp Garabetê ku bi wateya "Rêberê Pîroz" tê naskirin, dîroka wê vedigere sedsala 16an.
Gorên hinek kesayetên dînî yên Xirîstiyanên Ermen ên Bakurê Kurdistanê di wê goristanê de ne.
Goristan û dêrên kevn ên kêmneteweyên dînî yên li Stenbolê û bajarên din ên Tirkiyeyê, berê jî gelek caran rûbirûyî êrişên bi vî rengî yên xirabkirinê û nivîsandina dirûşmên nijadperest bûne.
Patrîkxaneya Ermenan û rêxistinên mafên mirovan her tim daxwaz dikin ku tedbîrên ewlehiyê werin xurtkirin û parastina cihên pîroz ên kêmneteweyan were kirin.
Ev êriş bi taybetî ji aliyê kesên nijadperest ve yan jî bi armanca dizîna kel û pelên dîrokî tên kirin.



