Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump, di çarçoveya Lûtkeya 36emîn a Serokên NATOyê ya li Enqereyê de, li Koşka Beştepeyê bi Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya.
Ehmed Şer wekî mêvanê taybet ê lûtkeyê li Enqereyê bû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hevdîtinê di civîna hevpar a çapemeniyê de axivî û li ser pêşhatên li Sûriyeyê nirxandin kirin.
Trump pesnê birêvebiriya Şer da û got, "Em bi karê ku Şer li Sûriyeyê kiriye serbilind in."
Trump îşaret bi guherîna siyaseta Amerîkayê ya li hemberî Sûriyeyê da û eşkere kir ku ew dê Sûriyeyê ji lîsteya welatên ku piştgiriyê didin terorê derxin.
Serokê Amerîkayê diyar kir, "Her kes rêzê li Şer digire. Sûriye êdî aramtir e."
Bernameya nukleerê ya Îranê
Trump bal kişand ser bernameya nukleerê ya Îranê jî û anî ziman, "Îran dê tekez nebe xwediya çekên nukleer."
Trump li ser bazarên petrolê jî nirxandin kirin û diyar kir ku ew bawer nake ku bihatir bibe.
Wî bal kişand ser pêgeha Amerîkayê ya di hilberîna enerjiyê de û destnîşan kir ku welatê wî ji tevahiya Erebistana Siûdî û Rûsyayê zêdetir petrolê hildiberîne.
Trump li ser pêwendiyên bazirganî yên bi Yekîtiya Ewropayê re jî anî ziman, "Wan li hemberî me miameleyeke xirab kir û bi salên dirêj sûd ji Amerîkayê dît."
Trump li ser aboriya Amerîkayê jî axivî û da zanîn, "Me aboriya herî mezin a ku cîhanê dîtiye ava kiriye."


