Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî li Enqereyê, li gel şandeyeke Kongreya Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê Tom Barrack civiyan.
Di şandeya Kongreyê de senatorê navdar Lindsey Graham jî cih girt.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê derbarê vê civîna krîtîk daxuyaniyek belav kir û tê de kêfxweşiya xwe ya ji bo vê hevdîtina astbilind anî zimên.
"Civîneke krîtîk bû"
Tom Barrack di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Ji bo min şerefeke mezin bû ku min îro li Enqereyê pêşwazî li Cenabê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kir da ku em li gel şandeyeke ku ji her du partiyên Kongreya Amerîkayê pêk dihat, civîneke krîtîk û di asteke bilind de li dar bixin."
Barrack da zanîn ku ev hevdîtin di bin serkêşiya Senator Jeanne Shaheenê de bi rê ve çû.
Di şandeyê de senatorên mîna Chris Coons, Mike Rounds, Dick Durbin, Lindsey Graham û Endamê Senatoyê Michael Turner cih girt.
Sûriye di xala navendî de ye
Tom Barrack destnîşan kir ku ev hevdîtin tekeziyê li ser giringiya krîtîk a Sûriyeyê dike ku di nav liv û tevgerên aloz û bi lez ên yek ji herêmên herî tevlihev ên cîhanê de, di navenda giringiyê de ye.
Barrack her wiha got, "Serdanên dîplomatîk ên bi vî rengî yên Kongreyê, hîmê bingehîn ê siyaseta derve ya Amerîkayê nîşan didin.
Ev serdan leza gavan a ber bi rûpeleke nû û xurt a di têkiliyên Amerîka û Sûriyeyê de eşkere dikin."
"Ji bo paşeroja Rojhilata Navîn kêliyeke dîrokî ye"
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê diyar kir ku ev rûpela nû dê li ser bingeha baweriya dualî, berjewendiyên stratejîk ên hevbeş û pabendbûna ji bo aramiya demdirêj a herêmê were avakirin.
Tom Barrack daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:
"Vê kêliyê giraniyeke dîrokî heye. Ew rola navendî ya Sûriyeyê ya di şekildana paşeroja Rojhilata Navîn de derdixe pêş."


