Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya siyasî ya Kurd Besiye Ozer, piştî ku 30 salên jiyana xwe di girtîgehên cuda de derbas kir, ji girtîgeha navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê hat berdan.
Besiye Ozer li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbat, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedaran ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Besiye Ozer Tîrmeha sala 1996an li bajarê Amedê hatibû desteserkirin û pişt re bi cezayê heta hetayê hatibû cezakirin.
Ozer di nava 30 salên zindaniyê de li girtîgehên Amed, Midyadê û herî dawî jî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê ma.
Ew piştî temamkirina cezayê xwe yê 30 salî, bi awayekî fermî hat berdan.
Bi tîlîliyên dayîkan hat pêşwazîkirin
Li ber deriyê Girtîgeha Gebzeyê, malbata Besiye Ozerê, nûnerên Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (MATUHAYDER), Rêxistina DEM Partiyê ya Kocaeliyê û Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu amade bûn.
Besiye Ozer bi kulîlkan û tîlîliyên dayîkan hat pêşwazîkirin.
Piştî azadbûna xwe, li gel malbata xwe ber bi bajarê xwe ve bi rê ket.
Besiye Ozer di dema girtîgehê de rûbirûyî gelek pirsgirêkên tenduristiyê jî bûbû.
Nexweşiyên wê yên wekî dil û kêmxwîniyê hebûn û dihat tedawîkirin.
Sala 2017an li Nexweşxaneya Kocaeliyê emeliyatek derbas kir.
Ji ber rewşa wê ya giran, navê wê di lîsteya "Girtiyên Nexweş" a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt.



