Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Cengiz Çandar li ser pêvajoyê hûrgiliyên nû parve kirin.
Cengîz Çandar got ku pêşniyaryasaya hatiye amadekirin ne "Yasaya Poşmaniyê", "Yasayeke Çarçoveyî" ye ku hemû aliyan li xwe digire.
Her wiha wî da zanîn ku dibe ku ev pêşniyaryasa beriya dawiya meha tîrmehê were rojeva Parlamentoyê.
Di siyaseta Tirkiyeyê de çavên her kesî li daxuyaniya Erdogan a "çarçoveya yasayî ya ji bo hilweşandina PKKyê" ye ku wî îro dabû.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar bû mêhvanê bultena Rûdawê ya ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.
Cengîz Çandar, naveroka pêşniyaryasayê û salnameya ku li kûlîsên Enqereyê tê axaftin nirxand.
"Dibe ku dawiya tîrmehê were rojevê"
Çandar bal kişand ser lezbûna pêvajoyê û li ser demê ev agahî dan:
"Her kes bi meraq li bendê bû ku ma Serokkomar dê îro di axaftina xwe de qala vê mijarê bike yan na, wî qal kir.
Eger em li peyvên ku wî bi kar anîne binêrin, îhtimal e ku ev pêşniyaryasa beriya dawiya tîrmehê were Parlamentoyê û ev îhtimal gelekî xurt e.
Ne teqez e lê xurt e. Yekser piştî lûtkeya NATOyê, eger di hefteya dawî ya tîrmehê de Parlamento bixebite dê ev pêşniyaryasa were rojevê."
"Ev ne yasaya poşmaniyê, yasaya kok e"
Çandar tekezî li ser wê yekê kir ku berovajî nêrîna raya giştî, kar li ser metneke berfirehtir tê kirin û got:
“Ev ne yasaya poşmaniyê ye. Ev sererastkirineke hiqûqî ye ku derdora DEM Partiyê wekî 'yasaya çarçoveyî', Abdullah Ocalan bi xwe jî wekî 'yasaya kok' pênase dike.
Serokkomar jî vê yekê wekî 'sererastkirinên hiqûqî yên ku dê Tirkiyeyeke bêteror garantî bikin' bi nav dike.
Li gorî agahiyên ku me standine, em qala yasayeke ji 8 heta 11 madeyan dikin."
Çarçove: Çiya, girtîgeh û Ewropa
Çandar pirsa "Yasa dê kê li xwe bigire?" bersivand û diyar kir ku armanca sererastkirinê aştiyeke civakî ya piralî ye û wiha domand:
“Yasa dê kê li xwe bigire? Hîn em nizanin ew dê kê çawa formûl bikin lê ev yasayek e ku dê ne tenê gerîlayan, her wiha kesên ku di sirgûnê de ne -bi piranî li Ewropayê ne - û gelek girtiyan jî li xwe bigire.
Dê kî li derveyî yasayê bimînin, statuya wan dê çawa be? Ev dê di rojên pêş me de diyar bibin. Niha em çi bibêjin dê bibe spekulasyon."
"Hevdîtinên Heyeta Îmraliyê û AK Partiyê dê zêde bibin"
Çandar diyar kir ku beriya ku pêşniyaryasa pêşkêşî Parlamentoyê bibe, di qonaxa amadekirinê de diyalogeke xurt heye û wiha domand:
“Ew endamên ku wekî Heyeta Îmraliyê tên naskirin û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, bi Serokkomar re jî civiyan.
Beriya çend rojan di vê mijarê de bi birêvebirên AK Partiyê re jî civiyan. Em dikarin bibêjin ku dê di çend rojên pêş me de ev hevdîtin dîsa zindî bibin û zêdetir bibin.
Nûnerên DEM Partiyê çend roj berê bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re jî civiyan. Eger kar baş biçin, dibe ku di nava vê hefteyê de em bigihîjin xaleke şênbertir."
Xaleke stratejîk a pêvajoyê
Çandar herî dawî bi bîr xist ku ev pêvajo ji Çiriya Pêşîn a sala borî ve qonax bi qonax hatiye hûnandin û ev xal wekî "duriyaneke dîrokî" pênase kir û got:
“Ev pêvajoyek e ku ji kongreya PKKyê ya gulana sala borî, ji çalakiya şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê ya li Herêma Kurdistana Îraqê û heta komîteya ku tebaxê li parlamentoyê hat avakirin tê.
Ev yasa dê nûnertiya xala herî girîng a pêvajoyê bike. Divê mirov li peyvan neqelibe û berê xwe bide kakilê mijarê.
Ma dê çek werin danîn, dê yasa berê derkeve yan paşê? Werin em ji van derbas bibin. Serokkomar got ku ‘divê em lezê bikin’. Ev nîşan dide ku mijar gihîştiye qonaxa xelaskirinê."

.webp&w=3840&q=75)
