Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê got, “Kurd dixwazin pevçûn bi dawî bibin û PKKyî tevlî jiyanê bibin.”
Tulay Hatîmogullariyê da zanîn ku pêvajo bi daxuyaniyên niyeta pak bi rê ve naçe û xwest zagona çarçoveyê bi lezgînî derkeve.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de pêşhatên dawî nirxandin.
Hatîmogullariyê qala cezayê aktîvîsta mafên jinan Ayşe Gokkanê kir û ev ceza wekî tiştekî ku “nayê qebûlkirin” nirxand.
“Bila biryarên DMMEyê werin bicihanîn”
Hatîmogullariyê eşkere kir ku divê ji bo vegera PKKyiyan zagon were derxistin û bi kurtasî ev tişt gotin:
"Roja înê 19 sal û nîv ceza dan Ayşe Gokkanê. Qebûlkirina vê yekê ne mimkin e.
Dema ku em qala aştiyê dikin, birîna 19 sal û nîv cezayê girtîgehê ya li Ayşe Gokkanê nayê qebûlkirin.
Niha biryarên gelekî girîng ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene.
Ev biryar derbarê Doza Kumpasê ya Kobaniyê, hem ji bo hevalê me yê hêja Selahattîn Demîrtaş û hem jî ji bo hevalên me yên din in.
Em ji vê derê careke din tînin zimên; divê biryarên DMMEyê bi lezgînî werin bicihanîn.
Di şexsê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Ayşe Gokkan û Leyla Guvenê de em ji vê derê silav û hezkirinên xwe ji hemû girtiyên siyasî re dişînin."
"Li Îranê xwestin Kurdan bikişînin qadeke xetere"
Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser rola Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û destnîşan kir:
"Divê li Îranê bersiv ji bo wê helwesta dîrokî ya gelê Kurd a di dema şer de were dayîn.
Ji destpêka şer û vir ve xwestin Kurdan bikişînin qadeke xetere. Wan xwest di şer de Kurdan bikin hêzeke wekîl lê Kurd nebûn.
Rêxistinên Kurd ên li Îranê hem bi gotin hem jî bi pratîka xwe nîşan da ku ew nabin amûrê di destê kesî de.
Wan helwesteke eşkere nîşan da ku tenê berjewendiyên gelan esas digire. Ev tiştekî gelekî bi qîmet e.
Di vê wateyê de helwesta Kurdan eşkere ye; li Îraqê mixetab Bexda ye, li Tirkiyeyê Enqere ye, li Sûriyeyê Şam e, li Îranê jî Tehran e.
Divê qîmeta vê helwestê ji aliyê her çar welatan ve jî were zanîn û ev her çar welat li gorî vê gavan biavêjin."
"Bila Parlamanto bersiva daxwazan bide"
Hevseroka DEM Partiyê xwest ku li Tirkiyeyê zemîna aştiyê bê avakirin û xwe lê berda:
"Dema ku Rojhilata Navîn di nav agir de ye, divê Tirkiye bibe avakera aştiyeke demokratîk.
Kurd dixwazin pevçûn bi dawî bibin û PKKyî tevlî jiyanê bibin. Bila Parlamento bersiva van bide.
Pêvajo bi daxuyaniyên niyeta pak bi rê ve naçe. Divê zagona çarçoveyê bi lezgînî derkeve.
Em qedir û qîmetê didin axaftinên Birêz Numan Kurtulmuş ên li ser anîna zagona çarçoveyê ya li Parlamentoyê. Divê hêviya aştiyê ya ti welatiyan neyê şkandin.
"Em dizanin aştî di tepsiyeke zêrîn de nayê pêşkêşkirin"
Di cihê ku çek lê bêdeng dibin de zagon dê rê li ber zemîneke civakî û hiqûqî veke.
Pêdiviya Tirkiyeyê ne mezinkirina tirsên paşerojê ye, avakirina paşerojeke hevpar e.
Me di her derfetê de qala aştiyê kir û em ji bo aştiyê xebitîn. Em dizanin ku dê aştî di tepsiyeke zêrîn de neyê pêşkêşkirin."



