Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel dê roja în û şemiya bê biçe Amed û Dîlokê.
Li gorî vê yekê, Ozgur Ozel bernameyeke tije a du rojî ya ji bo rojên în û şemiyê amade kiriye.
Ozel dê di çarçoveya vê bernameyê de pêşî biçe Amedê û paşê jî biçe Dîlokê.
Gelo dê partiyeke nû ava bike?
Li aliyê din tê îdiakirin ku Ozgur Ozel biryar daye partiyeke nû ava bike.
Sedema vê biryarê jî ew e ku Kemal Kiliçdaroglu bi biryara dadgehê careke din wekî Serokê Giştî yê CHPyê hat tayînkirin û wî daxuyand ku ew dê neçin kongreya awarte.
Lê tê îdiakirin ku Ozgur Ozel û Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamogluyê ku niha li Girtîgeha Sîlîvriyê ye, di mijara dema avakirina partiyê de wekî hev nafikirin û nakokî di navbera wan de hene.



