Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya fermandarên jin û bi sedan welatiyan ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) xwenîşandanek hat lidarxistin.
Xwenîşanderan daxwaz kir ku YPJ wekî xwe bimîne û tevlî nava artêşa nû ya Sûriyeyê bibe.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku daketin kolanan, diyar kir ku ew bi ti awayî naxwazin YPJ were hilweşandin.
Ew her wiha ew daxwaz dikin ku mafên jinan û Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî fermî werin nivîsandin.
Şam qebûl nake jin bibin leşker
Tevî daxwazên xelkê, birêvebiriya Şamê daxwaza wan qebûl nake. Şam dibêje "nabe ku jin bibin leşker lê dikarin bibin polîs".
Xwenîşander Mûna Îbrahîmê li ser armanca derketina xwe ya qadan got:
“Em ji bo piştgiriya jinan û YPJyê derketine. YPJyê mafê jinan misoger kir.
Wê dewleta DAIŞê ji holê rakir û cîhan jê xelas kir. Îro YPJ nûnertiya me dike.”
Xwenîşandereke din a bi navê Rêwa Îbrahîmê jî daxwaza xwe wiha anî zimên:
“Em dibêjin divê mafê jinan û mafê YPJyê di destûra Sûriyeyê de hebe.”
YPJ di dema şerê li dijî DAIŞê de wekî hêzeke taybet a jinan hat damezirandin.
Jinên ku di nava YPJyê de ne perwerdeya leşkerî ya cuda dibînin lê di eniyên şer de li kêleka mêran şer dikin.
"Daxwaza me ew e ku em di nava artêşê de cih bigirin"
Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrînê jî derbarê danûstandinên bi Şamê re û helwesta wan agahî dan.
Rohilat Efrînê bal kişand ser hevdîtinên bi Şamê re û got:
"Hevdîtinên me yên bi hikûmeta Şamê û bi taybetî bi saziya parastinê re li ser wê bingehê bûn ku YPJ nikare di nava artêşê de cih bigire lê dikare di nava asayîşê de cih bigire.
Lê daxwaz û israra me ew e ku YPJ wekî hêzekê di nava artêşê de were qebûlkirin.
Ev yek tê wê wateyê ku parastina hemû mafên jinan ên li Rojava û Sûriyeyê didome."
Helwesta Şamê
Rohilat Efrînê li ser helwesta hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî rexneyên xwe anîn zimên û pê de çû:
"Çawa ku di piraniya saziyan de neqebûlkirina reng û rola jinan heye, herî dawî li Meclîsa Gel a ku hat hilbijartin jî helwesteke bi temamî dûrî demokrasiyê hat nîşandan.
Bêyî têkoşînê nabe ku mirov di nava civakê de bijî. Bêyî parastinê jî nabe ku mirov nefesê bistîne."
Fermandara Giştî ya YPJyê tekez kir ku têkoşîna wan dê bidome û got:
"Em dê têkoşînê bikin da ku mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de bi awayekî fermî werin garantîkirin.
Ji derveyî vê, ti rê û çareya me nîne. Me 15 sal bi vê têkoşînê ra anîn û ji bo vê rûmetê têkoşîna me dê bidome."
Ji sedî 35ê HSDyê ji jinan pêk tê
Li gorî hinek amaran, li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de nêzîkî 24 hezar jin beşdarî karê serbazî bûne.
Ev hejmar nîşan dide ku ji sedî 35ê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji jinan pêk tê.
Li Rojhilata Navîn bi gelemperî jin nabin serbaz û di artêşan de hêzên taybet ên jinan nînin.
Lê belê jinên Kurd li her parçeyekî Kurdistanê tabûyên heyî şikandine û bûne şervan û pêşmerge.