Hewlêr (Rûdaw) - Li Serê Kaniyê nêzîkî 300 kesî jehrî bûn û ew veguhastin Nexweşxaneya Serê Kaniyê.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên tenduristiyê yên ji hundirê Nexweşxaneya Serê Kaniyê dane, nêzîkî 300 nexweşên jehrîbûyî gihîştine nexweşxaneyê û rewşa hinek ji wan gelekî xerab û giran e.
Tîmên tenduristiyê ji bo diyarkirina sedema jehrîbûnê dest bi pişkinîn û testên laboratuwarê kiriye lê heta niha sedema sereke eşkere nebûye.
Guman li ser ava vexwarinê ye
Çavkaniyên nexweşxaneyê destnîşan kir ku gumanên destpêkê li ser ava vexwarinê ne.
Di vê çarçoveyê de ji ava navçeyê nimûne hatine wergirtin da ku di laboratuwaran de bên analîzkirin û pişkinîn.
Çavkaniyan da zanîn ku hîn çavkaniya jehrîbûnê bi awayekî teqez zelal nebûye û ew li benda encamên testan in.
Hişyariya li ser kuvarkan
Li aliyê din, Komeleya “Rufqen Bîne” li ser mijarê hişyarî da şêniyan ku kuvarkan nexwin.
Komeleyê bangî welatiyan kir ku cureyên kuvarkan ên ku çavkaniya wan nediyar e berhev nekin û nexwin.



