Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê otobusek wergeriya û di qezayê de 7 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.
Ev qeza îro saet 7ê êvarê li ser rêya Mormorî û Awdananê çêbû.
Heyva Sor a Parêzgeha Îlamê ragihand ku wergerbûna otobûsê li ser rêya Deşta Ebasê ya Mormoriyê rû daye.
Heyva Sorê piştrast kir ku di qezayê de 7 kesan canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar in.
Li gorî agahiyên tîma hawarçûnê, ew otobus a karmendên şirketeke heman herêmê bû.
5 tîmên hawarçûnê yên Heyva Sorê çûn cihê bûyerê.
Her wiha ji bajarên Awdanan û Dêloranê jî tîmên hawarçûnê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.


