Hewlêr (Rûdaw) - Ev 10 roj in zarokê Kurd ê ji Urmiyeyê Daniyal Canodostek winda bûye.
Daniyalê 14 salî kurê Zubeyd e û bi eslê xwe xelkê gundê Dostekayê yê herêma Deştebêlê ya Şinoyê ye lê mala wan li taxa Balanişê ya Urmiyeyê ye.
Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, Daniyal bi planeke diyarkirî hatiye revandin.
Hîn ne diyar e kê ew revandiye û ji bo çi biriye lê hinek hûrgiliyên bûyerê hene.
Çîroka 10 milyon tûmenî
Roja çarşemê (4ê Çiriya Paşîn), saet 8ê êvarê 10 milyon tûmen pere ket ser hesabê bankî yê bavê Daniyal.
Du kartên wî yên Banka Kişawerziyê hebûn. Kartek li cem Daniyal bû û kartek jî li cem bavê wî Zubeyd bû.
Lê her du kart jî girêdayî yek hesabê bankî bûn û kurtenameya gihîştina pereyî çû ser telefona bavê Daniyal.
Dema ku Zubeyd dît 10 milyon tûmen ketiye ser hesabê wî, matmayî ma ka kê ew pere ji wî re şandiye û pere ji hesab derxist.
Yekser Daniyal telefonî bavê xwe kir û ji wî re got, "Ew pere yê hevalê min e, te çima rakir?"
Bavê wî jî ji wî pirsî, "Kê ew pere xistiye ser hesabê me?"
Wê demê hevalê Daniyal ê bi navê Ayhan ku cîranê mala wan e li kêleka Daniyal rûniştibû.
Ayhan bi telefona Daniyal bi bavê wî re axivî û got, "Ew pere yê min e."
Zubeyd ji wan re got, "Herin malê li gel dayîkên xwe rûnin û qala wî pereyî bikin" lê ew neçûn.
Piştî wê axaftinê, telefona Daniyal qut bû û hat girtin.
Zubeyd telefonî hevjîna xwe kir û dayîka Daniyal ji wî re got, "Ji saet 6ê êvarê ve Daniyal winda ye û ne diyar e."
"Ez li dûv kurê xwe naçim"
Ji wê demê ve heta niha Daniyal û hevalê wî Ayhan wida ne û telefonên her duyan jî girtî ne.
Ayhan ciwanekî bêbav e, bi dayîka xwe re dijî, cîranên mala Zubeyd in û bi eslê xwe xelkê Makoyê ne.
Dayîka Ayhan ji mala Zubeyd re gotiye, "Ez li dûv kurê xwe naçim. Kurê min bela ye û ez wî naxwazim. Berê jî demekê çûbû, bêserûşûn bûbû û dîsa vegeriyabû. Bila biçe û belaya wî ji min vebe."
Lêpirsîna Artêşa Pasdaran û bersiva ewlehiyê
Bavê Daniyal çû bingeha polîsan û di lêkolînan de derket holê ku ew 10 milyon tûmen ji hesabê jineke xelka Mehabadê ketine ser hesabê wî.
Dema ku wan telefonî wê jinê kir, hevjînê wê bersiv da.
Baregeha Artêşa Pasdaran a li Rajanê bangî wî kesî kir û lêpirsîn pê re kir lê encama lêpirsînê neda bavê Daniyal û tiştek jê derneket.
Navenda ewlehiyê ya pêwendîdar ji bavê Daniyal re got, "Hûn Kurd in, herin bi xwe li hev bikin û pirsgirêkê çareser bikin."
Ji Mehabadê heta Hacî Omeranê
Bavê Daniyal telefonî wî kesê xelkê Mehabadê kir da ku bizane ew pere çi ye û ji bo çi ji kurê wî re şandiye.
Wî kesî jê re got, "Were Mehabadê em biaxivin."
Zubeyd bi rê ket lê di rê de wî kesî dîsa telefonî wî kir û got, "Were Pîranşarê."
Zubeyd çû Pîranşarê lê ew kes li wê derê jî derneket pêşiya wî û paşê ji wî re got, "Here sînorê Hacî Omeranê, em dê li wir hev bibînin."
Zubeyd çû Hacî Omeranê lê her çi qasî li bendê ma jî ew kes xuya nebû.
Zubeyd dîsa telefonî wî kir. Wî kesî hejmara kesekî xelkê Başûrê Kurdistanê da wî û got, "Qumaşfiroş e û wî gotiye pereyê min bixe ser hesabê Daniyal."
Zubeyd çend caran telefonî wî kesî kir lê telefona wî girtî bû.
Paşê wî kesê xelkê Mehabadê çend hejmarên din dan Zubeyd ku yek ji wan bi koda Amerîkayê bû û hejmareke din jî ya xelkê gundekî bû ku qet haya wî ji tiştekî nebû.
Kesî bersiva Zubeyd neda û ev 10 roj in ku dayîk û bavê Daniyalê 14 salî yê ku yekane kurê malê ye bi vî rengî tên êşandin.
"Bavê min Besîc e, here çi dikî bike"
Di dawiyê de bavê Daniyal telefonî wî kesê xelkê Mehabadê kir û ji wî re got, "Te ez bêzar kirim, ez dê giliyê te bikim."
Wî kesî jî di bersivê de got, "Min tenê pere xistiye ser hesabê Daniyal, haya min ji ti tiştekî din nîne. Tu dê biçî gilî bikî, here bike. Bavê min Besîc e û endamê Artêşa Pasdaran e û tu jî çi dikî bike."
Ev axaftina dawî ya wî kesî bû li gel bavê Daniyal.
Bavê Daniyal îro çû û giliyê wî kesî kir ku pere xistiye ser hesabê Daniyal.
Nav û hejmarên wan hevjînên xelkê Mehabadê li cem Rûdawê hene lê ji ber ku hîn ne diyar e ka rola wan di bûyerê de çi bûye û ka ew pere ji bo revandina Daniyal hatiye bikaranîn an ji bo tiştekî din e, navên wan nayên eşkerekirin.


