کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw Grafîk

Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Kes nikare Kurdistanê dabeş bike û çareserî bi rêzgirtina li destûrê ye

RÛDAW

RÛDAW

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Dîroka Mîrekiya Botanê di bin gefê de ye: Mizgefta Mîrekan dibe Kulliyeya Cemal Kadooglu
Kurdistan21-11-2026

Dîroka Mîrekiya Botanê di bin gefê de ye: Mizgefta Mîrekan dibe Kulliyeya Cemal Kadooglu

Nêçîrvan Barzanî û Falih Feyaz pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
Kurdistan21-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Falih Feyaz pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî bi Falih Feyaz re civiya
Kurdistan21-11-2026

Serok Mesûd Barzanî bi Falih Feyaz re civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rewş û statûya Herêma Kudistanê got, “Kes nikare Kurdistanê dabeş bike û çareserî bi rêzgirtina li destûrê ye”

Îro şemiyê (21ê Çiriya Paşîn a 2026an) hevpeyvîneke taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî a li gel kanala Şemsê hat weşandin û hevdem ji Rûdawê jî hat veguhastin.

Mesrûr Barzanî di hevpeyvînê de li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, çalakkirina parlamentoyê, pêwendiyên bi Bexdayê re û Serokwezîrê nû yê Îraqê, êrişên li ser Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û pêvajoya avedankirina Herêma Kurdistanê axivî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku çalakkirina parlamentoyê ji bo parastina rewatiya saziyan bûye û ne li dijî ti aliyekî bûye.

Wî ducare kir ku dabeşkirina 50 bi 50 cewherê demokrasiyê nîşan nade û nabe ti carî şerê navxwe li Kurdistanê çêbibe.

Li ser Bexdayê jî tekez kir ku çareserkirina pirsgirêkan bi rêzgirtina li destûr û federaliyê dibe.

Mijarên sereke yên hevpeyvînê

Mijarên herî diyar ên ku Mesrûr di hevpeyvînê de li ser wan axivî ev in:

Rewşa navxweyî ya Herêmê: Redkirina her hewlekê ya ji bo dabeşkirina Kurdistanê, sedema ji nû ve çalakkirina parlamentoyê, bidawîanîna hevkêşeya 50 bi 50, dan û standinên pêkanîna hikûmeta nû û ducarekirina redkirina şerê navxwe.

Bexda û federalîzm: Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û pêwîstiya rêzgirtina li destûr û pergala federal, bendewariyên ji hikûmeta Elî Zeydî û pirsa çekên li derveyî yasayê.

Ewlehî û rewşa herêmê: Pêdagiriya li ser bêalîbûna Herêma Kurdistanê û bikarneanîna axa wê li dijî cîranan, eşkerekirina pêkanîna zêdetirî hezar û 50 êrişên bi mûşek û dronî ên li Herêma Kurdistanê, pêwendiya bi Îranê re û helwesta li ser mafên Kurdan ên li Sûriyeyê.

Avedanî û aborî: Çawaniya bipêşxistina binesaziyê û kişandina hilberîna tevî birîna budceyê, rola sektora taybet û peyama ji bo xelkê Kurdistanê.

Bipêşketina Kurdistanê û redkirina dabeşkirinê

Mesrûr Barzanî di destpêka axaftina xwe de li ser bipêşketinên Herêmê û gotegotên dabeşkirina Kurdistanê diyar kir ku ew bipêşketina li Kurdistanê tê dîtin berhemê xebata çendîn salan a gelê Kurdistanê ye û vedigere ji bo Pêşmergeyan, kes û karên şehîdan û hemû wan kesên ku di wan salan de canê xwe ji bo bidestxistina vê rewşa îro gorî kiriye.

Mesrûr Barzanî got, "Ez her tim xwe wekî beşek ji vê civakê û beşek ji vê axê dibînim, rehên me di vê axê de kûr in. Lewra çi tiştê ku em dikin em bi hemû dilê xwe, bi piştgiriya tîma xwe û bi têgihiştina xelkê jî dikin."

Mesrûr Barzanî tekez kir ku li gel vê bipêşketinê tiştê herî girîng ew e ku gelê Kurdistanê ji biha û pêgeha xwe fêm bike û mafên wan ên wekî neteweyekê û tiştê ku hêjayî wê ne bên bibîrxistin.

Wî diyar kir ku ew gelekî dilxweş e bi tiştê ku hatiye bidestxistin lê xala herî girîng niha ew e ka çawa dikarin destkeftiyan biparêzin.

Mesrûr Barzanî li ser gotegotên dabeşkirina Kurdistanê jî got:

"Bê guman bi ser nakeve, ji ber ku ne mafê kesî û ne jî desthilata kesî heye ku Kurdistanê dabeş bike. Kurdistan berhemê şehîdên me, Pêşmergeyên me, gelê me û berxwedana gelê me ye.

Me ji bo van destkeftiyan zehmetiyeke mezin dîtiye û kes nikare Kurdistanê li gorî daxwaza xwe yan ajandayeke biguman dabeş bike."

Çalakkirina parlamentoyê û bidawîhatina hevkêşeya 50 bi 50

Serokwezîrê Herêma Kurdistanaê li ser hebûna dan û standinan a bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re û sedema çalakkirina parlamentoyê got ku her tim hêvî heye û wan ti carî ti derî negirtine.

Wî da zanîn ku tiştê wan kiriye ti carî li dijî kesî nebûye lê bi baweriya wî berteka YNKyê gelekî lojîkî nebûye.

Mesrûr Barzanî bi bîr xist ku du sal bûn hilbijartin li Herêma Kurdistanê hatibû kirin û parlamento ji ber nakokiyên li ser post û pêkanîna hikûmetê nedikarî bicive.

Wî anî zimên ku rewş gihîşt wê astê ku rikeberên wan gilî birin Dadgeha Federal da ku parlamento û hikûmet bên hilweşandin û rewatî bikeve bin pirsê.

Serokwezîrê Herêma Krudistanê diyar kir ku di wê qonaxê de du bijarde li ber wan bûn: Yan parastina rewatiya saziyan yan jî rûbirûbûna encamên bertekên nelojîk ên rikeberan.

Wî destnîşan kir ku wan wekî berpirsiyariyeke neteweyî û exlaqî li hemberî hemû kesên ku baweriya wan bi Herêma Kurdistanê û mafên wê heye û li hemberî dengderên ku deng dabûn parlamenteran, gava çalakkirina parlamentoyê avêt ku li dijî ti kesekî din nebû û wiha pê de çû:

"Ew berteka ku me dît zêdegavî bû di nêrîna hinek kesan de li ser wê yekê ka divê kar çawa bin.

Rewatiya herêm û saziyên me girêdayî pêvajoya demokratîk e û li ser pîvan û nêrîna tenê kesekî nehatiye avakirin.

Tiştê ku me kir ji bo parastina saziyan û piştrastbûna ji parastina rewatiya Kurdistanê bû. Mebesta me afirandina rewşekê ye da ku parlamento careke din bixebite û paşê dan û standinên li ser pêkanîna hikûmetê dest pê bikin.

Deriyên me ji bo her kesê ku baweriya wî bi pêvajoya demokratîk û paşeroja Kurdistanê heye vekirî ne."

Mesrû Barzanî li ser pirseke li ser parastina tecrubeya demokratîk a Herêmê ducare kir ku ew dê demokrasî û destkeftiyên gel biparêzin û ji ber ku tiştê wan ji destpêkê ve kiriye ne hêsan bûye, ji ber kesekî ku baweriya wî bi demokrasiyê nîne gavekê bi paş ve naçin û got:

"Bila em rastgo bin. Me hilbijartin kir û encamên wê hebûn, divê rêz li van encaman bê girtin.

Eger kesekî ew kursiyên ku çaverê dikir bi dest nexistibin, nayê wê wateyê ku divê hemû pêvajoyê rawestîne yan asteng bike tenê ji ber ku di hilbijartinekê de encameke baş bi dest nexistiye.

Divê encamê qebûl bike û paşê yan bibe beşek ji hevpeymaniya pêkanîna hikûmetê yan jî di mixalefetê de bimîne. Demokrasî li piraniya cîhanê bi vî rengî ye lê nêrîna 'yan bi gotina min yan na' nayê qebûlkirin û xizmeta xelkê nake."

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku gelekî zelal bû YNKê mixabin bi wê hevpeymaniya ku bi aliyekî din re pêk anî, ne bi pêvajoya demokratîk lê bi bikaranîna hêzê li hemberî wan rawestiya û bi awayekî pratîkî parlamento asteng kir yan jî du salan wekî dîl girt û nehîşt bixebite û got:

"Destpêkê dema ku du salan parlamentoya me nebû, gazind dikirin ku parlamento nîne û divê bê hilweşandin.

Niha ku parlamento hatiye çalakkirin, dîsa gazindan dikin û dibêjin em qebûl nakin û divê bê hilweşandin. Divê biryarê bidin ka ew li gel pêvajoya demokratîk in yan li dijî wê ne."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku her ew bûn ku li hemberî nivîsandina destûra Kurdistanê helwesteke gelekî neyînî nîşan da, tevî ku di destûra Îraqê de jî hatiye divê Herêma Kurdistanê xwedî destûra xwe be.

Wî tekez kir ku rêgirtina li van saziyên rewa tenê ji ber ajandayên wan ên taybet nayê qebûlkirin û piraniya xelkê Kurd wê qebûl nake, ji ber ku rewatî ji dengê xelkê tê.

“Nabe ti şerekî navxwe çêbibe”

Mesrûr Barzanî li ser îhtimala derketina şerê navxwe, got ku bersiva sade "Na" ye û ew ti carî ji nû ve dest pê nake.

Wî zelal kir ku hilbijartin her çar salan carekê ji bo wê yekê tên kirin ku serkeftiyek hebe û yên ku bi ser neketine (ew wan wekî têkçûyî bi nav nake) di hilbijartinên paşerojê de derfetên wan hene.

Mesrûr Barzanî ducare kir ku dabeşkirina 50 bi 50 cewherê demokrasiyê nîşan nade û got:

"Eger aliyekî ji sedî 50yê dengan nebe nikare daxwaza ji sedî 50yê hikûmetê yan desthilatê bike."

Wî bi bîr xist ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di dirêjahiya salan de serkeftiyê hemû hilbijartinan bûye û gelekî nermî nîşan daye û her tim amade bûye di ber yekrêziya niştimanî, aştî û avedaniyê de zêdetir bide rikeberên xwe.

Lê li gorî gotina wî, vê carê mijar ne nakokiya du partiyan e, parastina saziyên rewa bi xwe û rewatiya tevahiya Herêma Kurdistanê ye.

Mesrûr Barzanî li ser şerê navxwe jî wiha got:

"Serok Barzanî her tim gotiye ku nabe ti şerekî navxwe yê Kurdan hebe. Banga min jî ji bo tevahiya Kurdistanê ew e ku divê em xwe ji şerê navxwe yê di nav Kurdan, herêman û partiyan de dûr bigirin û nabe Pêşmerge rûbirûyî hev bibin û şerê hev bikin. Divê em wê yekê derbas bikin ku li ser nakokiyên siyasî bi awayekî leşkerî rûbirûyî hev bibin."

Bersiva gotegotên medyaya civakî û hewlên pêkanîna hikûmeta nû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser gotegotên ku li ser medyaya civakî li ser desteserkirina hinek kesan li otêlan, revandina zarokan û gefxwarina li malbatan hatin belavkirin ew gotin wekî "bêwate" bi nav kirin.

Mesrûr Barzanî ragihand ku gelek kes li hemberî dengderên xwe hest bi berpirsiyariyê dikin û şerm dikin ku nikarin erka xwe ya nûnertiyê ya di parlamentoyê de bi cih bînin.

Wî amaje bi wê yekê da ku ji bilî endamên PDKyê û hevpeymanên wê, endamên ji partiyên din ên wekî YNK, Nifşê Nû û yên din jî xwestiye beşdarî rûniştina parlamentoyê bibin, wê çalak bikin û bibin xwediyê şerefa rizgarkirina wê saziyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê karê wan da û got ku ew di bin ti zextekê de nebûn.

Mesrûr Barzanî tekez kir ku rastî bi temamî beravajî gotegotan e, ji ber ku aliyên din bûn ku xelk aciz dikir da ku neyên parlamentoyê, endamên malbatên wan digirtin û gefa encamên tund li wan dixwar.

Wî da zanîn ku dema wan nekarî rê li ber temambûna rêjeya yasayî bigirin, ji bo veşartina têkçûna xwe dest bi belavkirina wan tohmetên erzan û bêwate kirin, di demekê de ku hemû beşdarên rûniştinê bi biryar û piştgiriya xwe ya temam hatibûn.

Mesrûr Barzanî li ser pirsa nermîdanê ya ji bo bipêşxistina Herêmê, got ku mijar ne girêdayî kesayetiya wî ye, belkî girêdayî pêvajoya demokratîk û rêzgirtina li îradeya gel e ku biryarê dide ka çi hikûmet û paşerojekê dixwaze.

Wî eşkere kir ku wan ragihandiye ew amade ne di pêşniyarên xwe yên ji bo pêkanîna hikûmeteke giştgir a bi şirîk, hevpeyman û hemû serkeftiyên parlamentoyê re gelekî dilfireh û nerm bin.

Lê Mesrûr Barzanî tekez kir ku sînorê her tiştî heye û divê di çarçoveyeke guncaw û li ser bingeha rêzgirtina li encamên hilbijartinan de be.

Wî hêvî xwest ku di dema li ber dest de bikaribin bêyî aloziyên nepêwîst rêyeke aştiyane bibînin, ew alî jî werin ser hişê xwe û bawer bikin ku yekrêziya Kurdistanê di berjewendiya hemûyan de ye.

Lê wî diyar kir ku eger kesek nexwaze bi awayekî lojîkî tevbigere, pêvajo ranaweste.

Pêwendiyên bi Bexdayê re, federalîzm û Elî Zeydî

Mesrûr Barzanî li ser pêwendiyên bi Bexdayê re zelal kir ku Îraq li gorî destûrê welatekî federal e û Kurdistan xwedî statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye û çawa ku erkên wê hene, mafên wê yên diyarkirî jî hene ku divê rêz li wan bê girtin.

Wî pirsgirêka sereke vegerand ser "hişmendiya hinek kesan" ku hîn jî ji federalîzmê fêm nakin yan wê qebûl nakin û destûrê wekî pakêtekê bi cih naynin, belkî bi şêwazekî bijarteyî li gel madeyan tevdigerin.

Mesrûr Barzanî tekez kir ku federalîzm ne dabeşbûn e, dabeşkirina berpirsiyariyê ye û got:

"Dema destûra Îraqê hat nivîsandin, Herêma Kurdistanê berê statuyeke serbixwe ya defakto bû lê bi daxwaza xwe hilbijart ku bibe beşek ji Îraqeke federal bi wê baweriyê ku bi berpirsiyariya hevbeş welatekî baştir ava bikin ku tê de mafên hemû pêkhateyan bên parastin û ti netewe, partî yan komeke mezhebî li ser kêmaniyan serdest nebe."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha got ku dema hêzeke serdest bixwaze te biçûk bike yan ji jor ve li te binêre bertek çêdibin û yê ku ji dîrokê fêr nebe mehkûmî ducarekirina wê ye.

Lewra wî diyar kir ku tiştê herî baş ji bo Îraqa îro rêzgirtina li destûr û federalîzmê û xebata bi hev re ye.

Mesrûr Barzanî li ser Serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî jî got ku mijar ti carî ne girêdayî kesayetiyê ye û rêzeke wan a mezin ji bo Zeydî û hemû serokwezîrên din heye, belkî girêdayî mafên Herêma Kurdistanê yên li Îraqê û çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî ye.

Wî ducare kir ku wan piştgiriya temam daye Zeydî bi wê hêviyê ku bigihîjin peymanekê û rewşeke baştir ji bo tevahiya welêt bê afirandin.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku her çend heta niha pirsgirêk neçareserkirî mane jî lê armanca wan zelal e ku ew jî piştgirîkirina serokwezîrekî ye ku destûrê wekî xwe bi cih bîne û rêzê li mafên Herêmê bigire.

Piştgiriya Amerîkayê, Artêşa Îraqê û çekên li derveyî dewletê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser dilgiraniya Kurdan a ji îhtimala nemana parastina Amerîkayê, ev yek wekî cihê xemgîniyê dît ku xelkê nav welatekî ji serdestiya hêzeke leşkerî ya li ser wan dilgiran bin û pêdiviya wan bi hêzeke derveyî hebe ku wan biparêze lê mixabin bi dehan salên borî bi vî rengî bûn.

Wî spasdariya xwe ji bo piştgiriya Amerîkiyan a ji bo Kurdistan û Îraqê nîşan da, bi taybetî dema ku Îraq li hemberî DAIŞê li ber rûxandinê bû û destpêkê Pêşmergeyan DAIŞ rawestand û bi paş ve da, paşê jî beşên din ên Îraqê bi hêzên xwe yên ewlehiyê re hatin pêş û bi hev re DAIŞ têk bir.

Mesrûr Barzanî tekez kir ku doza Kurdan a li Îraqê xwedî reheke kûr a dîrokî ye û pêdiviya wê bi piştgiriya dostan, Amerîkayê û civaka navneteweyî heye.

Di heman demê de wî hêvî xwest ku Bexda wekî pêkhateyeke biyanî li Kurdistanê nenêre, belkî wekî stûna pişta aramiya siyasî û geşbûna aborî ya Îraqê bibîne û dilgiranî bi temamî ji holê bên rakirin.

Mesrûr Barzanî li ser yekxistina Artêşa Îraqê û standina çekên milîsan ji aliyê hikûmeta Elî Zeydî ve got ku ew hêvîdar e bikaribe wê yekê bike lê karekî hêsan nîne.

Wî zelal kir ku Artêşa Îraqê û hêzên din ên ewlehiyê yên Îraqê di destûrê de rewa ne û Pêşmerge jî hevçengê artêş û hêzên ewlehiyê yên rewa ye, ango Artêşa Îraqê yekgirtî ye.

Lê Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku Serokwezîr karibe hemû wan hêzên ku di destûrê de wekî rewa nehatine dîtin bixe bin serweriya yasayê.

Wî got ku ew di vî erkê dijwar de piştgiriya wî dikin, her çend ajandayên cuda hebin û metirsî hebe ku çareseriyên cuda bên pêşniyarkirin ku xizmeta armancê nekin, lewra divê gelekî baldar be.

Şerê herêmê, êrişên bi mûşekan, Îran û rewşa Sûriyeyê

Mesrûr Barzanî li ser bandora şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de yê li ser Herêma Kurdistanê tekez kir ku Kurdistan ji tevlîbûna di her şerekî de aciz e û dixwaze bi aştî bijî lê eger êriş li ser bê kirin mafê wê yê temam ê parastina xwe heye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku mixabin zêdetirî hezar û 50 êrişên bi mûşekî û dronan li Kurdistanê hatine kirin.

Wî diyar kir ku hinek ji wan êrişan li dijî hêzên Koalîsyonê, hinek li dijî Kurdistanê bi xwe û hinekên din jî li dijî kampên pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê bûne û di vê hejmarê de ji sedî 50 yan jî dibe ku zêdetirî ji sedî 50yê êrişan ji nav axa Îraqê hatibin kirin.

Mesrûr Barzanî pirsî ka hikûmeta federal li ku ye û got:

"Eger hikûmeta federal van koman kontrol dike, divê hesabê ji wan bipirse. Eger nikare wan kontrol bike, wê demê di berpirsiyarî û serweriya yasayê de li vî welatî valahiyeke mezin heye ku pêwîst e bê çareserkirin."

Wî ducare kir ku armanca wan alîkarîkirina Bexdayê ye ji bo kontrolkirina tevahiya hêzan û nabe ti hêzeke li derveyî hêzên ewlehiyê yên rewa li welêt cihê xwe hebe.

Mesrûr Barzanî li ser gotegotên bikaranîna sînor û axa Herêmê û Kurdên Îranê li dijî welatê Îranê, helwesta fermî ya Herêmê bi zelalî ducare kir.

Wî got ku Kurdistan nabe beşek ji ti rûbirûbûnekê û rê nade axa wê wekî gef an jî çavkaniya gefê li dijî ti welatekî cîran bê bikaranîn û her tiştekî din wekî tohmet û gotegot bi nav kir.

Mesrûr Barzanî li ser pêwendiya bi Îranê re jî got ku ti pirsgirêka wan bi ti cîranekî re nîne lê helwesta “dijminane ya Îranê ya di êrişkirina ser Kurdistanê ya di dema şer de cihê mixabiniyê bûye” û wan nekarî li ser sedema êrişan zelalkirineke cihê baweriyê bidin.

Wî tekez kir ku niyeta wan zelal e û ew pêwendiyeke baş û dostane ya dualî bi Îranê re dixwazin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser rola Herêmê û Serok Mesûd Barzanî ya di dosyeya Sûriyeyê û pisrgirêka federalîzmê ya li wî welatî de ragihand ku ew nikarin diyar bikin ka çi pergal ji bo Sûriyeyiyan baştirîn e lê hebûn û mafên gelê Kurd ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nayên înkarkirin ku pêdiviya wan bi wekhevî û dadperweriyê heye.

Wî di heman demê de pesnê rola mezin a Serok Barzanî ya di dûrxistina Kurdan a ji nakokî û şer de da ku destkefteke mezin bû û got, "Ji niha û pê ve pêwîst e Kurd û Şam dan û standinan bikin."

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê da ku razîbûna Şamê ya ji bo dayîna nasnameyê ji bo wan Kurdên ku berê wekî welatiyên wekhev nedihatin dîtin derfet û gaveke baş e, her çend hîn jî nayê wateya misogerkirina hemû mafan.

Wî hêvî xwest ku Sûriye bi hemû pêkhateyên xwe ve bigihîje pergaleke ku hemû kes tê de hest bi aramî û wekheviyê bikin.

Bawerî, sektora taybet û peyama dawî ji bo xelkê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî di mijareke din a hevpeyvînê de li ser çawaniya kişandina hilberîneran û geşbûna binesazî û avedankirinê ya di jîngeheke aloz de got ku mifteya wê "bawerî" ye, ji ber ku wî îsbat kiriye ku ji bilî xizmetkirina xelkê û rêzgirtina li mafên wan ti mebesteke din nîne.

Wî zelal kir ku tevî cezayên domdar, neşandina budceyê di dema xwe de û nedana meaşan, wan milê xwe li ber guvaşên aborî netewand û ber bi pêş ve çûn da ku aborî geş bibe û xizmetguzariyên wekî kareba, av, veguhastin, dîjîtalkirina xizmetguzariyan, nehiştina rûtînê, têkoşîna li dijî gendeliyê û girîngîdana bi perwerde û tenduristiyê dabîn bikin.

Wî amaje bi wê yekê kir ku ji ber ceza, astengî û nebûna hevkariyê, budce û darayiya pêwîst di destê wan de nebûye ji bo bicihkirina hemû bernameya xwe lê di demên herî dijwar de wan her tim hêvî daye xelkê da ku li ser pêyên xwe bimînin.

Mesrûr Barzanî her wiha spasiya rola girîng a sektora taybet kir ku berpirsiyarî hilgirtiye û bi rêya mekanîzmayên guncaw û misogerkirina mafên wan proje bicih kirine.

wî li ser cudahiya rêjeya projeyan a di navbera herêman de jî wiha got:

"Li hinek herêmên wekî Hewlêr û Dihokê ev geşbûn û bipêşketin tê dîtin ji ber ku sektora taybet bêhtir baweriyê bi desthilata xwecihî tîne lê li hinek herêmên din nayê dîtin ji ber ku desthilata xwecihî sektora taybet neçar dike ku bibe şirîkê wê û pişkê bidê.

Ev hikûmraniya xwecihî ya xerab bêsûd e, di demekê de ku avakirina baweriyê piştgiriya sektora taybet bi dest dixe û eger piştgiriya min a xwecihî û herêmî ya zêdetir hebûya me dê gelekî zêdetir bikira."

Li ser mîrat û bîranîna xwe ya li cem xelkê Kurdistanê, Mesrûr Barzanî got:

"Ez dixwazim hûn bawer bikin ku min bi hemû dilsozî û şiyana xwe xizmeta we kiriye. Dilxweşî û razîbûna xelkê ji bo min xelata herî mezin e û ez tiştekî ji wan naxwazim ji bilî ku dilxweş bin û jiyaneke baş bijîn."

Wî amaje bi wê yekê da ku her çend li Amerîkayê bûye û li wir xwendiye jî lê piraniya jiyana xwe li vir jiyaye û dema tu bi gelê xwe re dijî, paşerojê ava dikî û amade yî bi wan re bijî û bimirî, pêwendiyeke kûr di navbera te û xelkê de çêdibe.

Mesrûr Barzanî gotina xwe wiha ducare kir, "Gelê min sermayeya herî baş e, destkefta herî baş e û her tişt e ku me heye."

Nûçeyên Têkildar

Dîroka Mîrekiya Botanê di bin gefê de ye: Mizgefta Mîrekan dibe Kulliyeya Cemal Kadooglu
Kurdistan21-11-2026

Dîroka Mîrekiya Botanê di bin gefê de ye: Mizgefta Mîrekan dibe Kulliyeya Cemal Kadooglu

Nêçîrvan Barzanî û Falih Feyaz pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
Kurdistan21-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Falih Feyaz pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî bi Falih Feyaz re civiya
Kurdistan21-11-2026

Serok Mesûd Barzanî bi Falih Feyaz re civiya

Pirsên