کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Li Cizîrê Mizgefta Dîrokî ya Mîrekan tê hilweşandin, dê Kulliyeya Cemal Kadooglu li cihê wê bê avakirin

Li Cizîrê Mizgefta Dîrokî ya Mîrekan tê hilweşandin, dê Kulliyeya Cemal Kadooglu li cihê wê bê avakirin

Kurdistan

Dîroka Mîrekiya Botanê di bin gefê de ye: Mizgefta Mîrekan dibe Kulliyeya Cemal Kadooglu

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Mesrûr Barzanî: Kes nikare Kurdistanê dabeş bike û çareserî bi rêzgirtina li destûrê ye
Kurdistan21-11-2026

Mesrûr Barzanî: Kes nikare Kurdistanê dabeş bike û çareserî bi rêzgirtina li destûrê ye

Nêçîrvan Barzanî û Falih Feyaz pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
Kurdistan21-11-2026

Nêçîrvan Barzanî û Falih Feyaz pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Serok Mesûd Barzanî bi Falih Feyaz re civiya
Kurdistan21-11-2026

Serok Mesûd Barzanî bi Falih Feyaz re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, mizgefta dîrokî ya bi navê “Mizgefta Mîrekan” bi temamî tê hilweşandin û li şûna dê mizgefteke nû were avakirin.

Ev mizgefta ku di tomarên fermî de navê wê wekî “Meydan Camii” (Mizgefta Meydanê) jî derbas dibe, yek ji şûnwarên girîng ên serdema Mîrekiya Botanê ye.

Lê projeya nû ya ku tê plankirin li cihê wê bê avakirin, ji ber guhertina navê mizgeftê û neparastina nasnameya wê ya dîrokî bûye cihê dilgiraniyê.

Navê wê yê dîrokî nayê parastin

Li gorî agahiyan, malbata Kadooglu dest avêtiye vê projeyê û plan dike ku li wê derê di bin navê “Kulliyeya Cemal Kadooglu” de mizgefteke nû, kurseke Quranê û maleke şînê ava bike.

Di vê planê de navê kevn û resen ê mizgeftê ku “Mizgefta Mîrekan” e nayê parastin.

Her wiha tirbeyên 14 Mîrên Kurd ên ku berê li kêleka mizgeftê bûn jî careke din nayên avakirin.

Ev rewş wisa dike ku bîr û dîroka Cizîrê û Mîrên Botanê ji holê rabe, lewra girîngiya parastina navê dîrokî yê “Mizgefta Mîrekan” derdikeve pêş.

Dîroka 33 Mîrên Botanê û bûyera sala 1970yî

Bi giştî 33 Mîrên Kurd hikum li Mîrekiya Botanê kiriye ku navenda wê Cizîr bû.

Gorên 14 ji wan Mîran di tirbeya li kêleka mizgefta bi navê “Mizgefta Mîrekan” de hatibûn veşartin.

Lê belê sala 1970yî bi hinceta firehkirina hewşa mizgeftê, gorên wan 14 Mîran ji cihên wan hatin rakirin û li qeraxa Çemê Dîcleyê hatin bicihkirin.

Piştî wê bûyerê, niha jî avahiya “Mizgefta Mîrekan” bi temamî tê hilweşandin û cihê wê ji bo projeya nû tê bikaranîn.

Daxuyaniya Kadooglu Holdingê

Li aliyê din, Kadooglu Holdingê li ser projeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan li Cizîrê gavên projeyeke nû avêtine.

Di daxuyaniya şirketê de hat diyarkirin ku wan bi Birêvebiriya Herêmî ya Weqfan a Cizîrê re protokolek îmze kiriye û dê projeya “Kulliyeya Cemal Kadooglu” pêk bînin ku çîroka damezirandina wan li wir dest pê kiriye.

Kadooglu Holdingê diyar kir ku ev kulliye dê ji “Mizgefta Meydanê”, Kursa Quranê û Mala Şînê pêk bê û dê piştgiriya civakî xurt bike û bi salan xizmeta xelkê herêmê bike.

Şirketê da zanîn ku merasîma îmzekirinê bi beşdariya Qaymeqamê Cizîrê Ahmet Vezir Baycar, Birêvebirê Herêmî yê Weqfan Ali Osman Ayan û Alîkarê Serokê Desteya Birêvebir a Kadooglu Holdingê Celal Kadooglu pêk hatiye.

Tevî vê yekê jî di daxuyaniya şirketê de qala navê dîrokî yê “Mizgefta Mîrekan” an jî avakirina tirbeyên Mîrên Botanê nehatiye kirin û proje bi navê “Kulliyeya Cemal Kadooglu” hatiye binavkirin.

Pirsên