Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pirmamê ya Hewlêrê bi Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz re civiya.
Di hevdîtinê de li gel pêşhatên dawî yên siyasî yên li Îraq û herêma Kurdistanê, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin.
Rewşa Îraq û Kurdistanê hat nirxandin
Li gorî daxuyaniya ku ji Baregeha Barzanî li ser hevdîtinê hatiye dayîn, her 2 aliyan rewşa siyasî ya heyî ya li Îraq û herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî nirxandine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di civînê de pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de jî hatine gotûbêjkirin.
“Divê destûr bingeha sereke be”
Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de amaje bi nêzîkatiya hevbeş a her du aliyan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin û wiha hat gotin:
“Her 2 aliyan jî tekez kir ku pirsgirêk û astengiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqa Federal de di çarçoveya destûrê de dikarin bên çareserkirin û ji bo derbaskirin û nehiştina nakokiyên di navbera aliyan de divê destûr pîvan û bingeha sereke be.”


