Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çemişgezekê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, girtina 6 pezkoviyan a bi toran û şandina wan a ji bo parêzgeha Bedlîsê bû sedema nerazîbûnê.
Birêvebiriya Giştî ya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî, li Çemişgezekê 6 pezkovî (nêrek, 2 mê û 3 kar) bi toran girtin û ew birin Bedlîsê.
Hat zanîn ku ev pêngav bi hinceta "pezkovî derbasî nava baxçeyên xelkê dibin" hatiye avêtin.
Her wiha wekî armanca vê yekê jî hatiye gotin ku dixwazin hevsengiya hejmara ajelên kovî yên li Bedlîsê pêk bînin.
Berdevkê Înîsiyatîfa Parastina Mîrateya Xwezayî û Çandî ya Dêrsimê Bariş Yildirim nerazîbûn nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ev kar li dijî hiqûq û zanistê ye.
Yildirim di daxuyaniya xwe de got:
“Girtina pezkoviyan a bi toran di nava jîngeha wan de, xistina wan a nava qefesan û pişt re şandina wan a ji bo parkeke neteweyî ya li derveyî sînorên parêzgeha me, ti bingehên wê yên hiqûqî û zanistî nînin.
Li gorî avahiya xwe ya genetîkî, pezkovî li ber stresa girtinê ne xweragir in.
Divê birêvebirî demildest dest ji vê pêkanînê berde.
Ev lawir û jîngeha wan li gorî peymanên Ewropayê di bin parastina teqez de ne.
Eger wezaret bi rastî jî bixwaze pezkoviyan biparêze, divê pêşî hemû îhaleyên ji bo nêçîra wan betal bike.”
Di çanda herêmê de pîroz in: Pezên Xizir
Pezkovî ne tenê parçeyekî girîng ê ekolojiya Dêrsimê ne, di heman demê de di bawerî û çanda gelê herêmê de jî xwedî cihekî taybet in.
Di baweriya Elewîtiyê de ev lawir pîroz in û wekî "Pezên Xizir" tên dîtin.
Ji ber vê yekê, bi salan e nêçîrkirina wan dibe sedema nerazîbûna parêzvanên xwezayê û xelkê Dêrsimê.
Berê Parêzgarê Dêrsimê Şefik Aygol ragihandibû ku nêçîra pezkoviyan bi awayekî bêdem hatiye qedexekirin.
Aygol di daxuyaniya xwe de gotibû:
“Ew pezên Xizir in. Ew jî pê hesiyane ku aştî û aramî heye û di nav aramiyê de dijîn.
Ji aliyê parêzgariya me ve nêçîrkirina wan bi awayekî bêsînor û bêdem hatiye qedexekirin.”



