Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Kurdan ên di nava Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (Hevbendî) de li dijî gefên Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag serî li dadgehê didin.
Serkirdeyên Hevbendiyê ji Rûdawê re ragihand ku ew dê li hemberî gefên Ozdag pêvajoya yasayî bidin destpêkirin û tekez kir ku ew ji gefan natirsin û dê doza xwe bidomînin.
Daxuyaniyên Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ên li dijî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê karvedan li pey xwe anîn.
PWK: Em dê pêvajoya yasayî bidin destpêkirin
Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ku yek ji aliyên Hevbendiyê ye ji Rûdawê re ragihand ku ew dê li dijî Umît Ozdag pêvajoya yasayî bidin destpêkirin.
Mustafa Ozçelîk got ku Şêx Seîd û Seyîd Riza serî netewandiye û ew jî dê heta dawiyê li ser doza Kurdan berdewam bin.
“Em stûyê xwe natewînin”
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî bi rêya Rûdawê tekez kir ku ew li ser daxwazên xwe yên ji bo Kurdan pêdagir in û tevî gefan paş ve gav navêjin û wiha axivî:
“Em wekî miletê Kurd dibêjin divê hebûna me were naskirin. Em dibêjin zimanê me divê wekî zimanê fermî û perwerdeyê were qebûlkirin. Em dibêjin mafê me ye ku em welatê xwe Kurdistanê bi destê xwe bi rê ve bibin.
Em her wiha dibêjin divê li Tirkiyeyê li gorî pirneteweyî û pirzimaniyê sîstemeke federal çêbibe û Kurd jî karibin di sîstemeke federal de bijîn.
Lê kesên wekî Umît Ozdag bi zimanê komkujiyê û kuştinê gefan li me dixwin. Bi eşkereyî dibêjin tiştê ku hatiye serê Şêx Seîd û Seyîd Riza dê were serê we jî.
Dibêje me çawa Şêx Seîd û Seyîd Riza bi dar ve kirin em dê we jî bi dar ve bikin. Em bi ti awayî stûyê xwe li hemberî van gefan natewînin û em di rêyeke rast de ne. Ji ber ku ew tiştên ku em diparêzin mafên rewa ne.”
Umît Ozdag çi gotibû?
Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku ji destpêkê ve li dijî pêvajoya çareseriyê ye, herî dawî di axaftineke xwe ya li Enqereyê de Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (Hevbendî) kir armanc ku hefteya borî li Amedê hatibû ragihandin.
Ozdag çarenivîsa rêberên Kurd Şêx Seîd û Seyîd Riza bi bîr xist û bi eşkereyî gefa kuştinê li serkirdeyên Hevbendiyê xwar.
Umît Ozdag di axaftina xwe de got, “Li gorî daxuyaniya ku wan weşandiye, qaşo mafê çarenivîsê yê Kurdan heye. Divê nasnameya Kurd bê naskirin û di bin ewlehiya destûrî de be. Divê zimanê Kurdî hem zimanê fermî hem jî zimanê perwerdeyê be. Divê ji bo Kurdan li Kurdistanê statuyeke siyasî bê diyarkirin.
Em ji vir dipirsin, hûn şîraniya bi qeymax jî li ser vê yekê dixwazin? Binêrin, em şîraniya bi qeymax nadin we lê em dê heman tiştê ku Gazî Mustafa Kemal Ataturk li Şêx Seîd û Seyîd Riza kir li we jî bikin. Em rê nadin ku hûn vî welatî parçe bikin.”
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê çi ye?
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (Hevbendî) ji aliyê partî, tevger, kom, saziyên civakî û kesayetên serbixwe yên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê ve bi biryareke hevbeş hatiye avakirin.
Hevbendî 9ê vê mehê li Amedê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin.
Di konferansa damezirandinê de 170 siyasetmedar amade bûn û encumeneke 51 kesî hat avakirin.
Biryar e ji wê encumenê jî Desteyeke Birêvebir a 9 kesî bê hilbijartin.


