Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Dana Gasê li ser rewşa qada Kormorê daxuyaniyek belav kir.
Şirketê ragihand ku ji ber zererên mezin ên ku gihîştine stasyonê, niha hilberîna gazê bi tevahî rawestiyaye.
Dana Gasê di heman demê de rexne li hinek medyaya navxweyî girt û di daxuyaniya xwe de got:
“Hinek medyayên navxweyî bêyî agahiyên rast, li ser rewşa stasyona gazê ya Kormorê daxuyaniyên şaş belav dikin.”
"Zerereke gelekî mezin gihîştiye stasyonê"
Berdevkê Dana Gasê li ser rewşa xebatê ya li stasyonê bal kişand ser vê xalê:
“Wekî ku berê jî ji aliyê çavkaniyên fermî ve hatibû ragihandin, zerereke gelekî mezin gihîştiye stasyonê û di dema niha de ti hilberîna gazê nayê kirin.”
"Pêbendî pîvanên pîşeyî bin"
Şirketê di dawiya daxuyaniya xwe de ji dezgehên ragihandinê xwest ku pêbendî pîvanên pîşeyî bin û got:
“Em bangî kanalên ragihandinê dikin ku xwe ji rûmalkirinên neberpirsiyarane, pêşbînî û şîroveyên bêbingeh dûr bixin.”



