Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê 54 koçberên ku xwe di Tabiya Qeredaxê ya dîrokî de vedişartin hatin girtin.
Birêvebiriya Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînor a Midûriyeta Ewlehiya Qersê ya Bakurê Kurdistanê, ji bo koçberên deryasayî xebateke qadê da destpêkirin.
Di vê çarçoveyê de li ser agahiyê ku dê koçber veguhêzin tabiya li Taxa Qeredaxê operasyon hat lidarxistin.
Di operasyonê de 54 koçber di Tabiya Qeredaxê de hatin girtin.
Kar û barên dersînorkirinê yên koçberên ku anîn Birêvebiriya Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Sînor berdewam dikin.


