Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê nû yê Kerkûkê Qehtan Wendawî got, “Em dê bibin dengê her kesî.”
Li Meclisa Parêzgeha Kerkûkê di rûniştineke awarte de berbijêrê Eniya Tirkmenan a Îraqê Qehtan Wendawî wekî Parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin.
Parêzgarê berê Mihemed Seman ê ku li gorî peymana siyasî erkê xwe radest kir ragihand ku ji destpêka sala nû ve dê ev post radestî pêkhateya Ereb bê kirin.
Meclisa Parêzgeha Kerkûkê îro di rûniştina xwe ya awarte de parêzgarê nû yê Kerkûkê diyar kir.
Meclisa ku li pey hev di du rûniştinan de civiya, di rûniştina yekem de destjikarberdana Parêzgarê berê Mihemed Seman pesend kir.
Di rûniştina duyem de jî berbijêrê Eniya Tirkmenan Qehtan Wendawî bi wergirtina dengên derbasdar wekî Parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin.
Piştî hilbijartinê, Seman û Wendawî civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist û peyamên xwe gihandin xelkê Kerkûkê û aliyên siyasî.
Wendawî: Ez dê bibim parêzgarê hemû pêkhateyên Kerkûkê
Parêzgarê nû Qehtan Wendawî diyar kir ku ew serbilind e di vê gava ji bo pêkanîna peymanên siyasî de erkekî neteweyî û xizmetguzariyê yê wekî Parêzgarê Kerkûkê girtiye ser xwe.
Wendawî spasiya birêvebiriya Eniya Tirkmenan, aliyên siyasî yên Îraqî û serok û endamên Meclisa Parêzgehê kir ji bo baweriya ku pê anîne û got:
“Em dê bibin dengê hemû welatiyên Kerkûkê yên Kurd, Ereb, Tirkmen, Kildanî û Asûrî.
Ji bo dabînkirina mafên vî bajarî, em dê li gel Meclisa Parêzgehê, wezîran û parlamenterên Kerkûkî wekî tîmeke yekgirtî bi hev re bixebitin.”
Wendawî dosyayên xwe yên karên pêşîn jî eşkere kirin û destnîşan kir ku ew dê bala xwe bidin ser çareserkirina pirsgirêka mamosteyên bipeyman, peymanên Şirketa Petrola Bakur, mafên rojnameger, projeya yek milyon xaniyan û başkirina rewşa elektrîk û sotemeniyê.
Her wiha Wendawî diyar kir ku ew dê merasîma pîrozbahî û pêşwaziyê li dar nexe û lêborîna xwe ji welatî û piştgirên xwe xwest.
Wî destnîşan kir ku ew dê demildest dema xwe ji bo karên meydanî û xizmetguzariyê veqetîne.
Seman: Me soza xwe bi cih anî
Parêzgarê berê Mihemed Seman tekez kir ku destjikarberdana wî li gorî peymana siyasî û pêvajoya radestkirina posta parêzgariyê ya di navbera pêkhateyan de pêk hatiye.
Seman spasiya serokên partiyên siyasî yên li Bexdayê û Meclisa Parêzgeha Kerkûkê kir ji ber dilsoziya wan a bi peymanê re û got:
“Me 16ê Nîsana 2026an di rûniştineke dijwar de posta parêzgariyê wergirt.
Dilsoziya me ya bi peymana siyasî re li ser wê yekê bû ku posta parêzgariyê heta dawiya vê salê di destê pêkhateya Tirkmen de be û îro jî me soza xwe bi cih anî.”
Seman diyar kir ku pergala birêvebiriya dorveger a ku li Kerkûkê tê sepandin, piştî sala 2003yan projeya siyasî ya herî serkeftî û herî baş e li Îraqê.
Wî da zanîn ku li bajêr bi dorê pêşî parêzgarekî Kurd, paşê parêzgarekî Tirkmen, îro parêzgarekî din ê Tirkmen erk wergirtiye û piştî vê yekê jî dê parêzgarê Ereb vî erkî bidomîne.
Seman got ku ji destpêka sala nû ve, dema ku aliyên Ereb li ser berbijêrê xwe li hev bikin, li gorî lihevkirina radestkirina aştiyane ya desthilatê dê posta parêzgariyê radestî pêkhateya Ereb bê kirin.
Spasiya aliyên siyasî kir
Seman da zanîn ku ew dê li Bexdayê wekî Wezîrê Dewletê erkê xwe bidomîne.
Wî diyar kir ku ew dê ji bo çareserkirina pirsgirêka zeviyên çandiniyê, mafên darayî, terxankirina erdan ji bo rojnamevanan û yekalîkirina dosyaya 7 hezar karmendên bipeyman ên li parêzgehê bixebite.
Her wiha Seman spasiyeke taybet pêşkêşî hemû kom û aliyên ku deng dane berbijêrê Tirkmen kir.
Seman bi taybetî spasiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Partiya Teqedumê, Tevgera Babilyonê û wekî garantorê peymanê Qeys Xezelî kir û li gel vê yekê spasiya Rêbiwar Taha, Îbrahîm Temîmî û Serokê Meclisa Parêzgehê Mihemed Hafiz kir.


