Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera 242yemîn a avakirina bajarê Silêmaniyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir û salvegera avakirina bajêr li xelkê Silêmaniyê pîroz kir.
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya bajêr û wiha got:
“Silêmanî ew bajar e ku bûye parçeyekî girîng ji dîrok, nasname û xebata neteweyî ya gelê Kurdistanê.
Ev bajar herdem cihê derketina bîr û hesta neteweyî, rewşenbîrî û çandê bûye û dê her wisa jî bimîne.
Hevîdar im ku aramî û asûdeyî lî vî bajarê ezîz ê Kurdistanê berdewam be.”
Bajarê Silêmaniyê 14ê Çiriya Paşîn a 1784an ji aliyê Mîrê Mîrektiya Babanan Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin.
Her sal 14ê Çiriya Paşîn li Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê wekî roja avakirina bajêr tê pîrozkirin û çalakiyên curbicur tên lidarxistin.


