Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêxistina Kerkûkê ya Eniya Tirkmenan a Îraqê Qehtan Wendawî wekî Parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji bo hilbijartina parêzgar civiya.
Di civînê de berbijêrê Eniya Tirkmenan Qehtan Wendawî wekî Parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin.
Bi 14 dengan hat hilbijartin
Li gorî agahiyên Rûdawê, di civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê de 15 endamên encumenê amade bûn.
Qehtan Wendawî ji wan 15 endamên ku beşdarî civînê bibûn dengê 14 endaman bi dest xist û wekî parêzgrê nû hat hilbijartin.
Tê nûkirin…



