Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî di salvegera 242yemîn a avakirina bajarê Silêmaniyê de ragihand ku welatiyên vî bajarî hêjayî xizmeta zêdetir, azadî û aramiyê ne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî Xê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de wiha got:
“Salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê, bajarê helmet û qurbaniyê li her Kurdistaniyekî dilsoz û niştimanperwer pîroz be.
Welatiyên dilsoz ên Silêmaniyê, hêjayî xizmeta zêdetir, azadî, bipêşketin, îstiqrar û aramiyê ne.”
Silêmanî 14ê Çiriya Paşîn a 1784an ji aliyê Mîrê Baban Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin.
Her sal ev roja taybet li Silêmaniyê "Roja Avakirina Bajêr" bi şahî û çalakiyên çandî yên curbicur tê pîrozkirin.



