Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Îstînafê ya Wanê cezayê girtîgehê yê Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş pejirand.
Dadgeha Herêmî ya Wanê, cezayê girtîgehê yê 19 sal û 6 mehan ê ku bi îdiaya "birêvebiriya rêxistinê" li Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hatibû birîn pesend kir.
Mehmet Siddik Akiş berê ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin.
Dadgehê her wiha biryar da ku rewşa girtinê ya Akiş berdewam bike.
Di heman dozê de, cezayê 8 sal û 9 meh girtîgehê yê ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li Îzzet Belge, Hifzullah Kansu, Kadriye Îlbaş, Mîkaîl Atan, Seyhan Şahîn û Faruk Yildiz hatibû birîn û cezayên 6 sal û 3 mehan ê li Tahir Koç, Husna Sagin û Hamdiye Çîftçî Oksuzê hatibû birîn jî ji aliyê dadgehê ve hatin pejirandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Daîreya Cezayê ya 2yan a Dadgeha Herêmî ya Wanê, hinceta vê biryara ku li ser biryara Dadgeha Cezayê Giran a 1ê ya Colemêrgê daye eşkere kir.
"Ceza li gorî hiqûqê ye"
Dadgeha bilind di hinceta xwe de diyar kir ku di cezayê hatiye birîn de ti şaşî û kêmasî nînin û cih da van gotinan:
“Li gorî darizandina hatiye kirin naveroka dosyeyê, delîlên derbasdar û rewa yên ku di biryarê de hatine nîqaşkirin, qeneeta dadgehê ya ku di encama dozê de pêk hatiye, sepandina li gorî avabûn û taybetmendiya sûc, giranbûn û sivikkirina cezayan ku li gorî pîvanê hatine nirxandin û redkirina parastina tawanbaran bi hincetên bawerîpêker ji ber ku di biryarên hatine dayîn de ti şaşî nehatine dîtin, daxwazên parêzerên tohmetbaran nehatine pejirandin û rêya wan a îstînafê hatine redkirin.”
Biryara berdewamiya girtina Mehmet Siddik Akiş hat dayîn
Dadgehê hinceta berdewamiya girtina Mehmet Siddik Akiş jî wiha rave kir:
“Ji ber giranî û cûreyê sûc, rewşa delîlên heyî, naveroka agahî û belgeyên di dosyeyê de ku gumaneke xurt a sûc nîşan didin, metirsiya revînê ya li cezayê giran, nebesbûna şertên kontrola edlî û ji ber ku tedbîra girtinê ji bo sûcê navborî tedbîr guncav e, her wiha ji ber ku berdewamiya girtina wan li gorî xalên 5 û 6an ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye, biryara berdewamiya girtina tohmetbar hatiye dayîn.”
Çi qewimîbû?
Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş 3yê Hezîrana 2024an piştî ku hat desteserkirin ji wezîfeyê hat dûrxistin û qeyûm li şûna wî hat tayînkirin.
Akiş, di rûniştina biryarê ya doza ku ji sala 2014an ve berdewam dikir û di 5ê Hezîranê de hat dîtin de, bi îdiaya "birêvebiriya rêxistinê" 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî li ser bingeha vê biryarê qeyûm tayînî şaredariyê kiribû.
Dîsa ji 11 siyasetmedarên ku bi Akiş re dihatin darizandin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Îzzet Belge, Hifzullah Kansu, Kadriye Îlbaş, Mîkaîl Atan, Seyhan Şahîn û Faruk Yildiz hatibû birîn.
Li ser heman îdiayê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Tahir Koç, Husna Sagin û nûçegihana DÎHAyê ya ku bi KHKyê hatibû girtin Hamdiye Çîftçî Oksuz hatibû birîn.
Piştî eşkerekirina hinceta biryarê parêzeran dosye biribûn dadgeha îstînafê.
Dosye hatibû xerabkirin
Daîreya Cezayê ya 2yan a Dadgeha Herêmî ya Wanê piştî lêkolîna xwe, biryara xerabkirina tevahiya dosyeyê da û ew şandibû dadgeha herêmî.
Dadgehê wekî hinceta xerabkirina dosyeyê ev xal nîşan dabûn:
“Çareserkirina axaftinên Kurdî li gorî usûlê nehatiye kirin, kiryarên tohmetbaran ên ku dibine sedema sûc bi awayekî zelal û berfireh di biryara hincetdar de nehatine nivîsandin.
Di dema diyarkirina pêwendiya organîk a di navbera tohmetbaran û rêxistinê de biryareke kêm hatiye dayîn, bêyî ku îdianame û pêvekên wê werin xwendin parastina wan bi usûlî nehatiye girtin û bi vê yekê mafê parastina tohmetbaran hatiye sînordarkirin.
Di dawiyê de nehatiye diyarkirin bê ka biryara guhdarîkirina telefonan heye yan na.”
Piştî vê biryarê dosye dîsa li Dadgeha Cezayê Giran a 1an a Colemêrgê hatibû dîtin û dadgehê dîsa 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mehmet Siddik Akiş birîbû.



