Hewlêr (Rûdaw) - YRKya baskê leşkerî ya PJAKê ragihand ku di şêrê bi Îranê re de li parezgeha Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê gerîlayekî wan canê xwe ji dest daye.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku 11ê Çiriya Paşîn di navbera wan û Îranê de şerek rû daye.
Hat ragihandin ku şer û pevçûnên di navbera Artêşa Pasdaran a Îranê û hêzên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) de li herêma çiyayê Şahoyê, Hewraman û Baneyê heta Merîwanê dirêj dibe qewimiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi şev “koma YRKyê ketiye kemînê û şerekî dijwar ê ku herî kêm saetekê dom kiriye” qewimiye.
Hat eşkerekirin ku di şer de endamê PJAKê yê bi nasnavê “Dêrsim Behar” Puyan Kerîmî yê 43 salî ku ji bajarê Birûcerdê yê parêzgeha Loristanê ye canê xwe ji dest daye.
Puyan Kerîmî sala 2015an tevlî PJAKê bûye.


