Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 242yemîn a avakirina bajarê Silêmaniyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek weşand û salvegera avakirina bajêr li hemû şêniyên Silêmaniyê pîroz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got:
"Di salvegera 242yemîn a avakirina wê de ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî bajarê Silêmaniyê, hêlîna wêje û hunerê, paytexta rewşenbîriyê û tevahiya şêniyên wê yên xoşewîst dikim.
Silêmanî her dem navendeke dahênan û têkoşîna gelê Kurdistanê bûye.
Ez ji bo Silêmanî û seranserî Kurdistanê hêviya bipêşketin, avedanî û aramiya zêdetir dixwazim."
Bajarê Silêmaniyê 14ê Çiriya Paşîn a 1784an ji aliyê Mîrê Mîrektiya Babanan Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin.
Her sal 14ê Çiriya Paşîn li Silêmaniyê û Herêma Kurdistanê wekî roja avakirina bajêr tê pîrozkirin û çalakiyên curbicur tên lidarxistin.


