Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku li 12 navçeyên Wanê di operasyonên li dijî çêkirin û bazirganiya madeyên hişbir de 92 tohmetbar hatine girtin û 62 hezar hebên sentetîk ên dermanan, 10 kîlo skunk û 1 kîlo metamfetamîn hatine bidestxistin.
Wezareta Karên Navxwe eşkere kir ku li Wanê di operasyonên li dijî çêkirin û bazirganiya madeyên hişbir de 92 tohmetbar hatine desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama xebatên îstixbaratî yên tîmên Fermandariya Cendermeyan a Parêzgeha Wanê de, di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Tawanên Narkotîk a Fermandariya Giştî ya Cendermeyan û Serdozgeriya Komarê ya Wan û Erdîşê de, li 12 navçeyan operasyon hatine kirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku tohmetbar di operasyonan de hatine desteserkirin û tawana “firotin û bidesxistinê” kirine.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di operasyonan de 62 hezar hebên sentetîk ên dermanan, 10 kîlo skunk, 1 kîlo metamfetamîn, hinek madeyên hişbir ên cur bi cur û gelek amûrên wekî kêr û birînê hatine bidestxistin.



