Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji malbata Zînê (Zîlan) Deştiyê ya ku doh di merasîma derçûnê ya Zanîngeha Selahedînê de miribû sersaxî xwest.
Xwendekara Zanîngeha Selahedînê Zînê (Zîlan) Deştî di merasîma derçûnê de ji ser hişê xwe çûbû û li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû
Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê sersaxî da Deştî Omer Osmanê bavê Zînê.
Serok Barzanî ji ber mirina Zînê xemgîniya xwe anî zimên û got, "Bi bihîstina vê bûyera diltezîn ez gelekî xemgîn bûm."
Serok Barzanî sersaxî da bav û malbata Zîlanê û hemû xwendekaran û da zanîn ku ew hevparê xema wan e.
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku Xwedayê Mezin sebir û aramiyê bide malbatê û giyanê Zînê bi bihûştê şad bike.
Peyama Serok Barzanî
Peyama Serok Mesûd Barzanî bi vî rengî ye:
"Bi xemeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya Zîlan Deştiyê bihîst ku doh di merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Selahedînê de ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.
Bi bihîstina vê bûyera diltezîn ez gelekî xemgîn bûm. Ez sersaxiyê ji we, malbata we û xwendekarên ezîz re dixwazim û hevparê xema we me.
Xwedayê Mezin sebir û aramiyê bide we û giyanê paqij ê Zîlana keça we bi bihûşta berîn şad bike."



