Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê Pêşniyarên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand ku bi sedema bicihneanîna peymana Şingalê û nebûna ewlehiyê, hîn jî zêdetirî ji sedî 75ê xelkê Şingalê koçber in û nikarin vegerin ser mal û milkê xwe.
Dîndar Zêbarî di 11emîn salvegera rizgarkirina Şingalê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û derbarê girîngiya dabînkirina edaletê ya ji bo qurbaniyên komkujiya Kurdên Êzidî, darizandina tawanbarên DAIŞê û amadekirina zemîneke guncav a ji bo vegera aram û ewle ya koçberan kir.
Dîndar Zêbarî derbarê rewşa niha ya Şingalê û pirsgirêkên koçberan bal kişand ser pêwîstiya bicihanîna Peymana Şingalê ya ku Çiriya Paşîn a 2020an di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû îmzekirin.
Koordînatorê Pêşniyarên Navneteweyî got: "Nebûna ewlehiyeke domdar, kêmasiya di xizmetguzariyên bingehîn de û lawaziya hewldanên avakirinê sedemên sereke yên berdewamiya koçberiyê ne ku hîn jî zêdetirî ji sedî 75ê şêniyên Şingalê koçber in."
Zêbarî ji Rûdawê re da zanîn ku rizgarkirina Şingalê ya 13ê Çiriya Paşîn a 2015an bi birêvebiriya Serok Mesûd Barzanî, bi beşdariya zêdetirî 7 hezar Pêşmergeyan û dayîna zêdetirî 500 şehîdan pêk hatiye, ev yek jî di têkoşîna gelê Kurdistanê ya li dijî terorîstên DAIŞê de bûye qonaxeke dîrokî.
Derbarê tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî, Zêbarî diyar kir ku zêdetirî 5 hezar kesên sivîl hatine kuştin, zêdetirî 400 hezar kes koçber bûne û 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatine revandin.
Tevî ku 3 hezar û 595 kesên revandî hatine rizgarkirin jî, çarenûsa 2 hezar û 526 kesan hîn ne diyar e.
57 gîgabayt belge û 3 hezar belgeyên tawanên DAIŞê
Zêbarî di beşeke din a daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re behsa hewldanên wan ên bi tîma lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo lêpirsîna tawanên DAIŞê kir û got, zêdetirî 57 gîgabayt belge hatine pêşkêşkirin û zêdetirî sê hezar dosyayên taybet bi tawanên DAIŞê di pergalên yasayî de hatine tomarkirin.
Her wiha Neteweyên Yekbûyî piştrast kiriye ku belgeyên pêwîst li ber dest in da ku tawanên DAIŞê wekî jenosîd, tawana li dijî mirovahiyê û tawana şer bên pejirandin.
Derbarê pirsa gorên bikom de, wî da xuyakirin ku bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî 37 gorên bikom hatine kolandin û cenazeyên 186 qurbaniyan hatine radestkirin ji bo kesûkarên wan; bi giştî jî 93 gorên bikom li Şingalê hatine dîtin û bi rêya kontrola DNAyê cenazeyên 296 qurbaniyan hatine naskirin.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Dîndar Zêbarî tekezî li ser girîngiya hevkariya di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ya bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kir.
Zêbarî destnîşan kir ku ev hevkarî gelekî pêwîst e da ku ewlehî, avakirin û vegera bi dilxwazî, aram û bi rûmet a koçberan bi parastina maf û rûmeta wan were misogerkirin.



