Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fermandariya Zêrevanî Lîwa Simê Boselî ragihand ku ji ber morala bilind a Hêza Pêşmergeyan roja rizgarkirina Şingalê wekî seyranê bû û diyar kir ku heta peymana navbera Hewlêr û Bexdayê neyê bicihanîn û hêzên çekdar ji navçeyê venekişin, rewşa xelkê Şingalê asayî nabe.
Lîwa Simê Boselî yek ji wan fermandarên ku beşdarî operasyona rizgarkirina Şingalê bûbû, beşdarî bultena Tora Medyayî ya Rûdawê bû û behsa bîranînên xwe yên wê operasyonê kir.
Boselî anî zimên ku roja ku ew çûne nava Şingalê, ji bo wan ne wekî eniyeke şer bû û got, "Ez dikarim bibêjim, ji bo me wekî seyran û şahiyekê bû."
Wî sedema vê yekê bi morala bilind a Pêşmergeyan û bi wê canfedayiya mezin a ji bo parastina xelkê navçeyê ve girê da.
Serok Mesûd Barzanî birêvebiriya operasyonê kir
Simê Boselî diyar kir ku Serok Mesûd Barzanî rasterast û ji eniyên pêş ên şer birêvebiriya operasyonê kiriye û berê soz dabû xelkê navçeyê ku wan vegerîne ser mal û erdê xwe.
Derbarê rewşa niha ya Şingalê û koçberan, Lîwa Simê Boselî fikarên xwe anîn ziman û got, "Xelkê Şingalê xelkekî qurbanîder e lê mixabin îro ketiye meydana siyasetê û hinek kes ji bo berjewendiyên xwe bi xelkê Şingalê re bazirganî û lîstikeke siyasî dikin."
Li gorî wî heta ku peymana di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de neyê bicihanîn, aramî û asayîş venagere navçeyê.
Boselî destnîşan kir, "Heta ku ew peymana di navbera Herêmê û hikûmeta navendî de hatiye kirin neyê bicihanîn, ez bawer nakim ku aramî û asayîş bi xwe ve bîne."
Bîranînên serdema karesatê
Lîwa Simê Boselî her wiha behsa rewşa xelkê li Çiyayê Şingalê ya di dema êrişa DAIŞê de kir û ragihand ku eger alîkariyên asmanî nebûna, bi sedan kesî li wan çiyayan ji ber tîbûn û birçîbûnê canê xwe ji dest dida.
Wî da zanîn ku ew dîmenên nexweş ên ku DAIŞê anîn serê xelkê Şingalê, dê her tim di bîra wî de bimînin.
Lîwa Simê Boselî di dawiya axaftina xwe de ducare kir ku bi hebûna Serok Mesûd Barzanî û PDKyê, ew di wê baweriyê de ne ku paşerojeke geştir li benda xwişk û birayên Êzidî ye.


