Dêrsim (Rûdaw) - Parêzer Cîhan Soylemez ragihand ku ji bo betalkirina biryarên bidarvekirinê yên derbarê Seyîd Riza û 6 pêşengên Dersimê de ku sala 1937an hatibûn bidarvekirin, bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê serî li Wezareta Dadê daye.
Parêzer Cîhan Soylemezê ku 11ê Çiriya Paşîn a 2026an bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê daxwaznameyek pêşkêşî Birêvebiriya Giştî ya Karên Cezayî ya Wezareta Dadê kiribû, di daxuyaniyeke vîdeoyî de sedemên serlêdanê û pêvajoya yasayî nirxandin.
“Bêyî ku mafê temyîzê bidin bi awayekî li dijî yasayî hatin bidarvekirin”
Soylemez diyar kir ku piştî derbasbûna 89 salan ji ser biryarên bidarvekirinê re, wan ji bo rûbirûbûneke bi rêya darazê gav avêtine û got:
"Ji 11ê Çiriya Paşîn a 2026an ve, ji bo ku bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ji Birêvebiriya Giştî ya Karên Cezayî ya Wezareta Dadê re bê şandin, li dijî biryara Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê ya ku li gorî hikmên Yasaya Dêrsimê hatiye dayîn, bi daxwaza serlêdana ji bo berjewendiya yasayê serlêdan hat kirin."
Doza Seyîd Riza di navbera 12ê Çiriya Pêşîn û 15ê Çiriya Paşîn a 1937an de li Elezîzê li gorî biryarên taybet ên Yasaya Dêrsimê bi dawî bûbû û di 14ê Çiriya Paşîn a 1937an de biryar hatibû girtin.
Soylemez got, "Di şeva 14-15ê Çiriya Paşîn a 1937an de, bi awayekî li dijî Destûra Bingehîn a 1924an, Yasaya Cezayê û Yasaya Mihakemeyên Cezayê û li dijî biryarên Yasaya Dêrsimê, bêyî ku mafê temyîzê bidin, biryarên bidarvekirinê bi awayekî li dijî yasayê hatin bidarvekirin."
Soylemez anî zimên ku bi van bidarvekirinan re piştî 89 salan li Dersimê serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê hatiye dayîn da ku biryara dadgehê ya pêwendîdarî tawanbariyên di heman dosyayê de ji aliyê Wezareta Dadê ve bê betalkirin.
“Zincîra binpêkirinên mafan heta roja îro berdewam kiriye”
Soylemez bi bîr xist ku Yasaya Dêrsimê li dijî Destûra Bingehîn a 1924an ji parlamentoyê derbas bûye û di wê demê de saziyeke çavdêriyê ya wekî Dadgeha Destûra Bingehîn nebûye û bal kişand ser pîvana binpêkirinên mafan:
"Di dema ku Yasaya Dêrsimê di meriyetê de bû, binpêkirinên herî mezin ên mafên mirovan ên komî yên dîroka me ya Komarê qewimîn.
Cihê ku van binpêkirinên mafan lê qewimîn erdnîgariya Dersimê ye. Doza Seyîd Riza jî bi awayekî zehf li gorî biryarên vê yasayê meşiya û hem destûra bingehîn a wê demê û hem jî hiqûqa mihakemeya cezayê hate binpêkirin."
Soylemez da zanîn ku ev binpêkirin ne tenê di warê bikarneanîna mafê temyîzê de bûye, di heman demê de di mijara radestnekirina cenazeyan, mafê mîrata manewî ya malbatan û azadiya baweriyê de jî heta roja îro wekî binpêkirineke giran berdewam kiriye û ji bo rakirina vê zincîra binpêkirinan serî li Wezareta Dadê hatiye dayîn.
Biryarên DMMEyê wekî mînak hatin nîşandan
Soylemez diyar kir ku di daxwaznameya serlêdanê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên li dijî Tirkiyeyê wekî mînak hatine nîşandan û got:
"Di biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên salên 2001 û 2009an ên bi navên serlêdanên Qibris û Varnavayê de hatiye diyarkirin ku di rewşên binpêkirinên giran ên berdewam de dewlet nikarin sedema 'derbasbûna demê' bikin hincet, divê mafên mexdûran werin dayîn.
Me diyar kir ku her du biryar dikarin ji bo Seyîd Riza û 57 Dersimiyên din ên ku bi wî re hatine darizandin jî werin sepandin."
Soylemez da zanîn ku eger piştî serlêdana wan Wezareta Dadê daxwazê bipejirîne û agahiyê bide Serdozgeriya Dadgeha Bilind, Dadgeha Bilind dê biryara neheq û li dijî destûra bingehîn a ku bandorên wê heta roja îro hatine betal bike.
Soylemez got, "Bi rakirina vê biryarê re angaştên li dijî Seyîd Riza û kesên bi wî re hatine darizandin jî dê ji holê rabin.
Bi vî awayî pêvajoyeke rûbirûbûna bi mekanîzmaya darazê re dê çêbibe. Gava ewil ji bo vê pêvajoya rûbirûbûnê ya bi rêya darazê hatiye avêtin û em dê bibin şopdarê pêvajoyê."


.jpg&w=3840&q=75)
