Hewlêr (Rûdaw) -Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn li ser pêvajoya çareseriyê got, “Pêvajoya çareseriyê bi sistî bi rê ve diçe lê ya girîng ew e ku bidome”
Selahedîn Behaedîn her wiha xwest ku partiyên siyasî bi hev re parlamentoyê çalak bikin.
Konferansa salane ya ORSAMê li Enqereyê tê lidarxistin Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn li cihê konferansê ji Nûçegihanê Rûdawê Şewket Herkî re qala pêvajoya çareseriyê û rewşa Herêma Kurdistanê kir:
Çarşema borî (4ê Çiriya Paşîn a 2026an) bi beşdariya 52 parlamenterên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hinek alî û parlamenterên din, Parlamentoya Kurdistanê civiya û desteya serokatiyê hilbijart.
Rojekê piştî vê yekê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) encama civînê red kir.
Serokê YNKyê Bafil Talebanî piştî civîna encumena serkirdayetiya partiya xwe daxuyaniyek da û got:
"Em ji vê xulekê pê ve ji vê hikûmetê vedikişin. Em dê hemû hêza xwe bi kar bînin da ku xelkê me li herêma me çi hewce bike em ji wan re bikin."
Selahedîn Behaedîn li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê got:
"Bê guman tiştê ku li Herêma Kurdistanê diqewime dilê hemû dostan nerehet dike. Çimkî pêvajoya pêkvejiyan û karkirina bi hev re û rûbirûbûna astengiyan bi vî rengî nabe.
Beriya du sê mehan me gav avêt. Me got yekalî nabe û divê bi hev re gav bên avêtin da ku li Bexdayê û li cem dost û neyaran gotina me yek be."
Wî destnîşan kir ku heta radeyekê gav ji bo vê yekê hatine avêtin û hêviyek çêbûye lê dîsa jî pirsgirêk hene.
Selahedîn Behaedîn li ser civîna parlamentoyê got:
"Mixabin ku wan ev gav avêt. Gava civîna parlamentoyê ne bi dil û xwesteka me bû. Me berê jî gotiye ku gava yekalî şaş e."
Selahedîn Behaedîn daxwaz kir ku bi hev re parlamentoyê çalak bikin.
Wî tekez kir ku "pêkanîna bi vî şêweyê safikirinê şaş e."
Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê
Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de, qala pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û got
"Pêvajoya aştî û bihevrejiyanê û çareseriya wan pirsgirêkên ku 40-50 sal in li herêmê hene, gelekî girîng e."
Wî ev yek wekî "biryareke wêrekane" bi nav kir û got ku dewlet, hêzên siyasî û xelkê Kurdistanê gav ji bo wê avêtine.
Selahedîn Behaedîn da zanîn ku gavên ji bo pêvajoya aştiyê hêdî ne.
Wî da zanîn ku axaftinên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ên îro yên li forumê ji bo pêvajoya aştiyê hêvîbexş in.
Selahedîn Behaedîn daxwaz kir ku her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê.


.webp&w=3840&q=75)