Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê ji Kobaniyê Ridwan Şêxo, dema ku diçû Reqayê ji aliyê komeke nediyar ve hat revandin.
Ji bo berdana wî 50 hezar dolar fîdye tê xwestin.
Birayê Ridwan Şêxo yê bi navê Xelîl Şêxo li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Xelîl Şêxo diyar kir ku birayê wî 7ê vê mehê ji bo beşdarbûna şahiyeke hunerî ji Kobaniyê ber bi Reqayê ve ketiye rê.
Daxwaza 50 hezar dolarî tê kirin
Li gorî agahiyên ku birayê wî dane, Ridwan Şêxo li herêmeke rojhilatê navçeya Eyn Îsayê hatiye revandin.
Xelîl Şêxo da zanîn ku birayê wî şeva borî telefonî malbatê kiriye û ev agahî dane wan:
"Ez hatime revandin û ji bo berdana min daxwaza 50 hezar dolarî tê kirin.”


.webp&w=3840&q=75)
