Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfê û keşûhewaya nebaş, rêyên 97 gund û wargehan hatin girtin.
Li Wanê pêla baranê ya ku du rojan navber bi navber dibarî, veguherî berfê û di demeke kurt de navenda bajêr û navçeyên wê bi berfê nixumîn.
97 gund û wargeh ji çûn û hatinê re hatin girtin
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berfê li seranserê parêzgehê rêyên 97 gund û wargehan ji çûn û hatinê re hatine girtin.
Tîmên şaredariyê li kolanên sereke yên navendê û navçeyan dest bi xebatên paqijkirina berfê kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî hezar karmend û 450 wesayît tevlî xebatên vekirina rêyan bûne da ku di demeke kurt de hemû rê bên vekirin.
Li hinek navçeyan dibistan hatin girtin
Li aliyê din, ji ber barîna berfê û cemedê, li hinek navçeyên Wanê îro (9ê Çiriya Paşîn) perwerde ji bo rojekê hat rawestandin û dibistan hatin girtin.



.webp&w=3840&q=75)