Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 15 gerîlayên ku xelkê bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku di demên cuda de canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
HPGyê di daxuyaniyekê de bal kişand ser dîroka berxwedanê ya Rojhilatê Kurdistanê û destnîşan kir ku Makû di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdan de xwedî cihekî girîng e.
"Bi canbexşane tevlî têkoşînê bûn"
Di daxuyaniya HPGyê de wiha hat gotin:
"Zarokên hêja yên ku ji çiya, gelî û kolanên Makûyê hatin, li hemberî zilma li ser gelê me bêdeng neman û wan ala azadiyê bilind kir.
Wan bi parçekirina sînorên mêtingeriyê û pergala zilmê, li çiyayên Kurdistanê destanên qehremaniyê yên mezin afirandin.
Ev 15 hevrêyên me di nava pêvajoya têkoşînê de di demên cuda de gihîştin karwanê şehîdan."
HPGyê sersaxî ji malbatên wan, xelkê Makûyê û tevahiya gelê Kurd re xwest û soza domandina têkoşîna wan ducare kir.
Nasnameyên 15 gerîlayan
Li gorî daxuyaniya HPGyê, agahiyên li ser nasnameyên wan bi vî rengî ne:
Çîçek Omerî Brukiya bi nasnavê Bêrîvan Amed, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (17ê Nîsana 2024an / Xakurkê)
Reşîd Eznebê bi nasnavê Çavreş Gabar, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (Sala 2011an / Heftanîn)
Gulîzar Rasiqa bi nasnavê Marya Amanos, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (15ê Îlona 2012an / Şemzînan)
Zehra Ziraatiya bi nasnavê Ronya Ronahî, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (15ê Îlona 2012an / Şemzînan)
Neîme Ahen Xuşa bi nasnavê Dîcle Makû, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (11ê Tîrmeha 2017an / Cîlo)
Ehmed Mihemedzadeyê bi nasnavê Êrîş Welat, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (15ê Sibata 2007an / Qendîl)
Kamîle Elvîna bi nasnavê Tamara Gever, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (Sala 2020an / Botan)
Sekîne Reşîdiya bi nasnavê Evîn Fîraz, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (Sala 2012an / Xakurkê)
Rehîm Ispatiyê bi nasnavê Kanî Urmiye, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (17ê Hezîrana 2017an / Cîlo)
Sîpan Abkarê bi nasnavê Berxwedan Gilîdax, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (25ê Gulana 2016an / Qendîl)
Elî Hacîloyê bi nasnavê Şervan Şoreş, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (3yê Sibata 2018an / Xakurkê)
Bêhnam Efendîpûrê bi nasnavê Bawer Gilîdax, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (5ê Îlona 2022yan / Zap)
Mihemed Mustefeviyê bi nasnavê Şervan Makû, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (22yê Adara 2018an / Xakurkê)
Resûl Firdusiyê bi nasnavê Egîd Zerdeşt, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (24ê Nîsana 2019an / Qendîl)
Şeyda Xalidiya bi nasnavê Rûken Azad, ji Makûya Rojhilatê Kurdistanê ye (23yê Nîsana 2019an / Xakurkê)
.webp&w=3840&q=75)


