Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê "Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê" (Hevbendî) hat ragihandin.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk daxuyaniya encamnameyê ya bi Kurdî xwend.
Mustafa Ozçelîk mizgînî da ku wan wekî partî, tevger, kom, dezgehên civakî û kesayetên serbixwe yên Kurdistanî bi biryareke hevbeş "Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê" ava kiriye.
Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê 14ê Adara 2026an li Amedê hatibû lidarxistin.
Ev xebat bi Konferansa Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê ya 7ê Çiriya Paşîn a 2026an gihîşt qonaxeke nû.
Konferans çawa derbas bû?
Konferans 7ê Çiriya Paşîn a 2026an bi beşdariya 170 siyasetmedarên Kurd ên hatibûn vexwendin hat lidarxistin.
Bername bi Sirûda Neteweyî Ey Reqîb û bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Li gorî biryara komîteya amadekar, konferans ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Di konferansê de Însiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê, Pêlkurd, PDK-Bakur, PSK, PWK, Vejîn û kesayetên serbixwe yên Kurdistanî cih girtin.
Van aliyan û beşdarên din ên konferansê bi hev re Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê ava kir.
Qanûna navxweyî û meclîsek hatin pejirandin
Di bernameyê de reşnivîsa bernameyê û hiqûqa navxweyî ya Hevbendiyê bi awayekî berfireh di atmosfereke demokratîk de hatin nîqaşkirin.
Piştî nîqaşan ev reşnivîs li gorî nêrîn û pêşniyarên beşdaran bi yekdengî hatin pejirandin.
Her wiha meclîsek hat hilbijartin ku ji 51 kesan pêk tê.
Ev kes nûnerên partî, kom, tevgerên siyasî, dezgehên civakî û kesayetên serbixwe yên Kurdistanî ne.
Armanc û daxwazên bingehîn
Konferans destnîşan dike ku mafên neteweyî û civakî yên neteweya Kurd mafên bingehîn in û pêwîst e Kurd jî wekî neteweyên din bêyî astengî van mafan bi kar bînin.
Ew dixwazin çarenûsa xwe diyar bikin û li ser axa xwe bibin xwedî statuyeke siyasî û xwe bi rê ve bibin.
Armanca bingehîn a Hevbendiyê ew e ku di çarçoveya prensîbên wekhevî, azadî, demokrasî û serweriya hiqûqê de pêkanîna van mafan bi pêş bixe.
Komîteya Birêvebir a meclisa Hevbendiyê ji 9 kesan pêk tê.
Ev komîte dê di civîna yekem a meclisê de were hilbijartin.
Komîteya Birêvebir dê li gorî pêşniyarên ku di konferansê de hatine pêşkêşkirin bernameyeke xebatê ya hevpar amade bike.
Avakirina sazûmanî û xebitandina organan dê di çarçoveya hiqûqa navxweyî û biryarên pejirandî de werin meşandin.
Hevbendî sîwaneke neteweyî ye
Li gorî daxuyaniyê, Hevbendî wekî sîwaneke neteweyî ya hevbeş tê pênasekirin ku nasnameyên cuda yên siyasî, ramanî û rêxistinî li vir dicivin.
Ev alî bi parastina taybetmendiyên xwe, li ser bingeha wekheviyê, rêzgirtina ji hevdû re, beşdariya demokratîk û armancên neteweyî yên hevpar li hev kom dibin.
Tê xwestin ku Hevbendî bi hemû hêz û dînamîkên siyasî, civakî û fikrî yên Kurdistanî were firehkirin û xurtkirin.
Merc ew e ku ev hêz hebûna neteweyî û mafên neteweya Kurd nas bikin, biparêzin û rêzê lê bigirin.
Helwesta li hemberî dewletê
Di encamnameyê de hat gotin ku konferans nêzîkatiyên dewleta Tirkiyeyê û aliyên entegrasyonîst qebûl nake.
Hat diyarkirin ku ew alî hebûna neteweyî, mafên kolektîf û îradeya neteweya Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe nas nakin.
An jî ew alî van mafan di nav projeyên cuda yên siyasî de bêbandor dikin an jî ji holê radikin.
Konferansê tekez kir ku bi ti nêrînên ku mafên Kurdan paşguh dikin re pêkanîna hevkariyê ne gengaz e.
Li gorî biryara konferansê, şertê bingehîn ê hevkariya demokratîk naskirina hebûna neteweya Kurd, mafên wê yên neteweyî, îradeya wê ya azad û qebûlkirina rastiya milet û welatê Kurdan e.
Pêwendiyên dîplomatîk û her çar perçeyên Kurdistanê
Her wiha konferansê pêwîst dît ku li her çar perçeyên Kurdistanê pêwendiyên piştgirî û diyalogê werin xurtkirin û divê mafên neteweya Kurd li ser bingeha hiqûqa navneteweyî bên parastin û xebatên dîplomatîk bên xurtkirin.
Di van xebatan de berpirsiyariya hevpar, piştgiriya ji hevdû re û hevkariya demokratîk dê bibin bingeh.
Bangî hemû Kurdan hat kirin
Hevbendiyê bangî hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî, rewşenbîr, rûspî, kesayetiyên serbixwe û hemû beşên civakî yên neteweya Kurd kir.
Wan xwest li şûna kûrkirina cudahiyan, divê xalên hevbeş werin xurtkirin û peyameke wiha da:
"Wekî berpirsiyariya me ya dîrokî, em li ser bingeha wekhevî, azadî, hiqûq û rêzgirtina ji hevdû re yekîtiya xwe ya neteweyî mezin bikin.
Werin em paşeroja Kurdistanê bi îradeya hevpar, piştgiriya demokratîk û têgihiştina xebata hevbeş ava bikin. Werin em bi hev re li ser armancên hevbeş hêzên xwe bikin yek."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Kurdistan, Bijî Hevbendî û Tifaqa Neteweyî ya Kurdistanê – Hevbendî" bi dawî bû.



