Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack bi tundî êrişa Qada Gazê ya Kormorê ya şermezar kir.
Wî ragihand ku ev êriş li hemberî hemû gelê Îraqê ye. Her wiha wî piştgiriya Washingtonê ji bo hewldanên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo dîtin û cezakirina berpirsyarên êrişê anî zimên.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê roja duşemê 9ê Çiriya Paşîn a 2026an li ser hesabê xwe yê Xê peyamek weşand.
Tom Barrack di peyama xwe de got, "Em êrişa Kormorê şermezar dikin, ev êriş li hemberî gelê Îraqê ye.
Em piştgiriyê didin Serokwezîr Zeydî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku berpirsyarên vî karî bibînin û wan ceza bikin."
Zextên li ser komên bi çek
Zextên navneteweyî yên li ser komên bi çek ên li Îraqê berdewam dikin. Serokwezîrê Îraqê soz daye ku çekan ji destê koman derxe û bixe bin kontrola dewletê.
Ev helwesta Amerîkayê piştî wê yekê tê ku şeva yekşemê 8ê Çiriya Paşîn a 2026an demjimêr 23:00an, bi droneke bombebarkirî êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li nahiyeya Qadirkeremê ya navçeya Çemçemalê ve hat kirin. Ev qad ji aliyê şirketa Dana Gasê ya Îmaratê ve tê birêvebirin.
Li gorî lêkolîna çavkaniyên ewlehiyê, êriş ji sînorê navçeya Xurmatûyê hatiye kirin. Êrişê beşa depokirinê û beşa barkirina barhilgiran kiriye armanc û agir pê ketiye.
Ziyana canî nîne
Şirketa Dana Gasê di daxuyaniyekê de ragihand ku agir bi temamî hatiye kontrolkirin û ti ziyana canî nîne lê belê bi mebesta nirxandina zereran, hilberîna gazê bi awayekî demkî hatiye rawestandin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Elektrîkê yên Herêma Kurdistanê ev êriş wekî "kiryareke terorîstî" bi nav kir.
Wan destnîşan kir ku ji ber rawestandina gaza xwezayî, hilberîna elektrîkê 2 hezar û 800 megawat kêm bûye û ew hewl didin di demeke kurt de rewşê asayî bikin.
Girîngiya Qada Kormorê
Qada Gazê ya Kormorê ku ji sala 2007an ve dest bi karên xwe kiriye, çavkaniya sereke ya dabînkirina sotemeniyê ya ji bo santralên elektrîkê yên li Hewlêr, Çemçemal û Baziyanê ye.
Van santralan beşa herî mezin a elektrîka Herêma Kurdistanê dabîn dikin.



