Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Çînê derbarê nakokiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyanî da û ragihand ku ev pirseke navxwe ya Îraqê ye.
Îro, Wezareta Karên Derve ya Çînê bersiva pirsa Berpirsê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê yê li Çînê Mehdî Ferec da.
Wezaretê di vê bersivê de helwesta welatê xwe ya derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û nakokiyên navbera PDK û YNKyê eşkere kir.
Piştgiriya ji bo aramiya Îraqê
Wezareta Karên Derve ya Çînê di daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de piştgiriya xwe ya ji bo aramiya herêmê daxuyand û wiha got:
"Ev pirsgirêkeke navxwe ya Îraqê ye û Çîn piştgiriyê dide aramî û bipêşketina Îraqê."
Aloziya siyasî ya li Herêma Kurdistanê
4ê Çiriya Paşîn a 2026an Parlamentoya Kurdistanê piştî derbasbûna zêdetirî du salan di ser hilbijartinê re, bi amadebûna 52 parlamenteran civiya û Desteya Serokatiyê hilbijart.
Rojek piştî vê civînê, Serokê YNKyê Bafil Talebanî ragihand ku ew civîna parlamentoyê nas nakin û ew dê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişin.



