Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva banga Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan da.
PDKyê ragihand ku ew her tim alîgirê yekbûna Kurdan in û ew dê ji bo avakirina hikûmeteke hevpar a bi YNKyê re hewldanên xwe bidomînin.
Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, peyama Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan parve kir û bi Kurdî bersiv da wî.
Di daxuyaniyê de PDKyê spasiya hestyariya Bakirhan kir û anî zimên ku PDK her tim yekîtiya Kurdan diparêze.
'Me ji bo avakirina hikûmetê bi YNKyê re hewl da'
Di peyama PDKyê de hat diyarkirin ku wan nêzîkî du salan hewl daye da ku bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re hikûmeteke nû ava bikin.
PDKyê destnîşan kir ku ew neçar mane dawî li qeyrana siyasî bînin û bi rêyên demokratîk parlamentoyê ji nû ve çalak bikin.
'Hewldanên me dê berdewam bin'
Di berdewamiya daxuyaniyê de PDKyê ragihand ku ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwîstiya wan bi yekîtî û alîkariya partiyên din heye.
PDKyê peyam da ku ew dê hewldanên xwe yên ji bo sazkirina hikûmetê û birêxistina "Mala Kurdan" bidomînin.
Banga Bakirhan çi bû?
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di daxuyaniyekê de bangî PDK û YNKyê kiribû ku peymaneke nû ya hevpar û demokratîk îmze bikin.
Bakirhan peymana sala 2006an a di navbera her du partiyan de bi bîr anîbû û gotibû eger şert û merc guherîbin, dibe ku pêwîstî bi peymaneke nû hebe.
Her wiha Bakirhan anîbû zimên ku ew wekî DEM Partî amade ne berpirsyariya ku dikeve ser milê wan bi cih bînin.


.jpg&w=3840&q=75)
