Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ragihand ku ew geşbîn e ji bo vê rewşê çareseriyek were dîtin, bi awayekî ku xelkê Herêma Kurdistanê ji Dihok û Zaxoyê heta Silêmaniyê bibin yek.
Fewzî Herîrî di bersiva pirseke Rûdawê de got, "Pêwîst e têgihiştinek hebe û berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê bên parastin."
Herîrî amaje bi wê yekê jî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê û serkirdeyên herêmê di vî warî de dixebitin da ku pirsgirêkan bi aramî û diyaloge çareser bikin.
"Serokê Herêmê û Serokwezîr dikarin roleke berbiçav bilîzin"
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê diyar kir:
"Tiştê ku niha heye mijareke siyasî ya partiyan e. Niha ku parlamentoyê rûniştina xwe kir, rola dezgehên din ên wekî Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmetê dê kêmtir bibe lê di heman demê de dezgeh û kesayet ji hev cuda ne.
Kesayeta Serokê Herêmê û ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikarin roleke berbiçav bilîzin û bi dilniyayî ew dê xemsariyê nekin."
"Yek Kurdistan û yek herêm"
Fewzî Herîrî tevî hemû zehmetiyan jî geşbîniya xwe anî zimên û got:
"Li gel van hemû astengiyên ku hene, ez geşbîn im ku pirsgirêk çareser bibin.
Pêwîst e em hemû bi hev re qewareya vê herêmê biparêzin.
Yek Kurdistan, yek dever û yek herêm; ez bawer im armanca miletê Herêma Kurdistanê jî heman tişt e."
"Ne tenê ji bo me, ji bo nifşê paşerojê ye"
Fewzî Herîrî li ser çalakkirina parlamentoyê jî ev nirxandin kir:
"Eger parlamento nehata çalakkirin dê Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re rûbirûyî pirsgirêkên qanûnî bibûya.
Mayîna rewşê bi vî rengî ne di berjewendiya miletê me de bû. Herêm ne tenê ji bo me û îro ye, ji bo nifşê paşerojê ye.
Nabe em tenê hesabê roja îro bikin. Divê em bi her awayî avahiya Herêma Kurdistanê biparêzin ku di bin metirsiyeke cidî de bû."


