Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu ragihand ku wan li pîsta paralel a Balafirgeha Amedê pergaleke nû ya daketinê (ILS) daniye.
Berê pîsta sereke ji ber karên çaksaziyê hatibû girtin.
Uraloglu diyar kir ku dê pergala nû piştî kontrolan bikeve xizmetê.
Xebatên li pîsta alternatîf
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu bi daxuyaniyeke nivîskî li ser xebatên pîstê û danîna pergala nû ya ILSyê agahî dan.
Abdulkadîr Uraloglu bi bîr xist ku wan pîsta sereke ji bo nûjenkirinê girtiye.
Wî destnîşan kir ku ji bo ku rêwî mexdûr nebin û geştên balafiran nesekinin, wan pîsta alternatîf a paralel xistiye dewrê.
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê bal kişand ser wê yekê ku di destpêkê de ji bo pîsta alternatîf sûd ji pergala pîsta sereke werdigirin û got:
"Me dest bi xebatan kiribû da ku em pergaleke taybet a daketinê li vê pîstê deynin.
Me di encamê de pergala ILSyê ya nû li pîsta alternatîf a Balafirgeha Amedê bi cih kir.
Me 12ê Çiriya Pêşîn binesaziya wê û 30ê Çiriya Pêşîn jî montaja amûran qedand."
Kontrola pergalê dest pê dike
Uraloglu destnîşan kir ku wan di çarçoveya xebatên binesaziyê de karên mezin ên kolan û dagirtinê kirine û wiha pê de çû:
"Bi qedandina montaja amûran re, em derbasî qonaxa kontrola geştan bûn.
Ev pergala ku alîkariya balafiran dike da ku bi ewlehî nêzîkî pîstê bibin, em dê piştî kontrolan bixin xizmetê.
Em plan dikin ku 2yê Çiriya Paşîn dest bi kontrolan bikin."
Rexneyên Sezgîn Tanrikulu
Parlamenterê Partiya Nû yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî li ser derengmayîna geştên balafiran ên li Balafirgeha Amedê daxuyanî dabû.
Tanrikulu, ji ber arastekirina balafiran a ji bo balafirgehên din Wezareta Veguhastin û Binesaziyê ya Tirkiyeyê rexne kiribû.
Wî destnîşan kiribû, tevî ku wezaretê soz dabû ku dê di nîveka yekem a sala 2026an de Pergala Daketina bi Amûran (ILS) were danîn jî ev pergal hîn nehatiye danîn.


