Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalanê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 4 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.
Wan kesan bi rêya telefonê li 27 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 46 welatî xapandibûn.
Xwe wekî karmendên dewletê didan naskirin
Parêzgariya Rihayê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Parêzgehê ji bo desteserkirina wan kesan dest bi xebatan kir.
Wan gumanbaran di telefonê de xwe wekî karmendên dewletê didan naskirin û welatî dixapandin.
Di çarçoveya van xebatan de li navçeya Kaniya Xezalanê operasyon pêk hat.
Polîsan bi ser çend navnîşanan de girt û 4 gumanbar desteser kirin.
Hêzên ewlehiyê di lêgerîna wan navnîşanan de, dest danî ser 13 telefon, 13 SÎM kart û 21 hebên hişbir.
Nêzîkî 38 milyon lîre bi dest xistin
Di lêkolînan de derket holê ku gumanbaran bi rêya telefonê li 27 parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 46 kes xapandin.
Wan bi vî awayî 37 milyon û 906 hezar û 851 lîreyê Tirkî bi dest xist.
Her 4 gumanbar piştî kar û barên ewlehiyê sewqî dadgehê hatin kirin.
Ew bi sûcên wekî "avakirina rêxistinê bi armanca kirina sûc", "xapandina biwesf", "bidestxistina neyasayî ya daneyên kesane" û "binpêkirina Qanûna Hejmar 2521ê" hatin dadgehkirin.
Dadgerê nobedar biryara girtina her 4 gumanbaran da.


