Hewlêr (Rûdaw) - Arkeologa Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Emma Pomeroyê ragihand ku birîna di hestiyê Neandertalê li Şanederê ji ber rimeke darîn çêbûye û rim ji pêş ve lê ketiye û bedena wî qul kiriye.
Bi gotina Dr. Emma Pomeroyê di şopa birînê de ti nîşaneya rehetbûnê tune û ev yek jî îspat dike ku êrişa kujer û mirina Neandertalê li Şanederê hema bêje di heman demê de çêbûne.
Lêkolînên arkeolojîk ên li Şikefta Şanederê ya Herêma Kurdistanê, yek ji bûyerên herî kevin ên tundiya kujer a serdema beriya dîrokê ronî kir.
Dr. Emma Pomeroyê ku ji Zanîngeha Cambridgeyê ye ji Rûdawê re diyar kir ku ew Neandertalê di şikeftê de ji ber birîneke giran a çekekê canê xwe ji dest daye.
“Em gelekî bawer in ku çekeke darîn e”
Dr. Pomeroyê bi bîr xist ku materyalên organîk ên wekî darê nikarin heta roja me werin parastin.
Wê da zanîn ku wan ji şiklê şopa li ser hestî sedema birînê tesbît kiriye û ev agahî parve kirin:
"Bê guman çek bi xwe û materyalên wekî darê heta roja me nayên parastin. Lê belê şiklê qula ku di hestiyê milî de vebûye, bi encamên ceribandinên lêkoleran re gelekî li hev dike.
Di wan ceribandinan de ji bo dîtina şopa rimên darîn, ew li ser laşê ajalan hatibûn bikaranîn û birîn hatibûn çêkirin."
Ne rimeke bi serê kevirî ye
Dr. Pomeroyê destnîşan kir ku lêkoleran bi rimên ku serê wan kevir in jî çend ceribandin kirine lê ev encam bi xisara li ser hestî re li hev nakin.
Pomeroyê got, "Encamên ceribandinên bi rimên serkevirî teqez li hev nakin. Çimkî ew, qulên bi vî rengî yên gilover venakin. Ji ber vê yekê ez difikirim em dikarin bi dilekî rihet bibêjin rimeke darîn bûye sedema birîndarbûna wî Neandertalî."
“Derb ji pêş ve hatiye”
Pomeroyê da zanîn ku li ser goşe û arasteya ketina rimê delîlên şênber ên fizîkî hene.
Wê da zanîn ku derb ji pêşiya laş ve hatiye û wiha axivî:
"Di destê me de hinek parçeyên biçûk ên hestî jî hene. Ew parçeyên hestî ji wê xala ku qul lê çêbûye qetiyane. Ew di bin hestiyê milî bi xwe de asê mane. Loma jî bi rastî xuya dike ku tiştekî mil ji pêş ve qul kiriye û derbas bûye."
“Mirin yekser çêbûye”
Dr. Pomeroyê bal kişand ser pêwendiya dema mirinê û vê birîna giran a di hestiyê milî de.
Wê diyar kir ku birîn bi ti awayî dest bi rehetbûnê nekiriye û vê rewşê jî bi eşkereyî nîşan daye ku êriş hema bêje di heman dema mirina Neandertalê li Şanedarê de pêk hatiye.
Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku ev vedîtin yek ji bûyerên herî kevin tundiyê yên kujer e ku bi çekeke darîn a wê serdemê hatiye kirin.



