Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku divê xebatên li Şingalê li gorî daxwaza Êzidiyan bin
Îro (1ê Çiriya Paşîn a 2026an), li Zanîngeha Dihokê ji bo salvegera 10emîn a damezirandina Peymangeha Çareseriya Derûnî û Trawmayê merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de gelek Kurdên Êzidî û mêvanên xwacihê û biyanî amade bûn.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di merasîmê de peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwend.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de spasiya peymangehê kir.
Wî destnîşan kir ku peymangeh ji bo kêmkirina êşên qurbaniyên şer û terorê xebateke girîng dike.
Wî pesnê Zanîngeha Dihokê da ku ji bilî perwerdeya zanistî, girîngî daye pirsgirêkên nav civakê jî.
Jenosîda Êzidiyan felaketeke hovane bû
Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist ku gelê Kurdistanê û Îraqê salên dirêj di nav şer û êşan de jiyane û got:
“Jenosîda ku DAIŞê bi serê Êzidiyan anî, yek ji karesatên herî hovane bû.”
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku bandora van karesatan tenê bi dawîhatina şeran naqede.
Wî anî zimên ku hinek birîn di derûna mirovan de dimînin û ji bo dermankirina wan dem pêwîst e.
Serokê Herêma Kurdistanê xwest ku qurbanî bi tenê neyên hiştin.
Wî bangî her kesî kir da ku alîkariya qurbaniyan bikin û hêviya jiyanê vegerînin wan.
Spasî ji bo Almanyayê
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de spasiya hikûmet, zanîngeh û navendên Almanyayê jî kir.
Wî diyar kir ku Almanya piştgiriyê dide vê projeya mirovî û got:
“Almanyayê di demên giran de piştgirî daye gelê Kurdistanê. Em bi rêzdarî li piştgiriya wan a berdewam dinêrin.
Ev piştgirî bi taybetî ji bo rizgarbûyên destê DAIŞê gelekî girîng e.”
“Çareseriya derûnî ne cihê şermê ye”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê nexweşên derûnî hest nekin ku bi tenê ne.
Wî bal kişand ser mijara şermê û got, “Divê ew kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariya derûnî heye bizanin ku xwestina çareseriyê tiştekî asayî ye. Nabe ti kes ji ber vê yekê şerm bike.”
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser berfirehkirina xizmetên derûnî kir.
Wî xwest ku ev xizmet bigihîjin hemû qurbaniyên terorê.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de, peyameke taybet da xelkê Şingalê.
Wî ragihand ku ew dê her tim piştgiriya mafên Kurdên Êzidî bikin.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku divê her plan û xebatek ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Şingalê, li gorî daxwaz û berjewendiyên Kurdên Êzidiyan be.


